Yuksekdag çû ser cenazeyê bavê xwe

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî çû ser cenazeyê bavê xwe Mevlût Yuksekdag.

Duh bavê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Mevlût Yuksekdag bi krîza dil çû ber dilovaniya xwe.

Yuksekdag a ku ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Kandirayê girtî ye, çû ser cenazeyê bavê xwe. Yuksekdag ji Girtîgeha Kandirayê anîn goristana gundê Golovasi ya bi ser navçeya Yumurtalik a Edeneyê ve. 

Yuksekdag bi dorpêça leşkeran anîn goristanê. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP, rêveberên ESP’ê û gelek kes li ser cenaze hazir bûn.