YRK’ê nasnameya gerîlayeke xwe eşkere kir

YRK’ê ragihand ku 9’ê Hezîranê gerîlaya wan Rêvan Zagros dema li gundê Binexwê yê Banê ya Mûkriyaê diçe ser erka xwe dikeve kemîna rejîma Îranê û şehîd dibe.

Navenda Ragihandin û Çepameniyê ya YRK’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlaya xwe ya bi navê Rêvan Zagros a 9’ê Hezîranê di kemîneke ya hêzên rejîma Îranê de li Mûkiyanê şehîd bûbû, eşkere kir.

YRK’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Weke tê zanîn, demekî dirêj e, dewleta faşîst û dagirkerê Îranê, li beramberî gelê me û gerîla êrîşeke topyekûn daye destpêkirin. Bi taybet li beramberî gelê me girtin, destgîrkirin, tiryak û fihûş ve dixwaze civakê perçe bike. Her wiha dîsa li beramberî gerîla jî ruxmê her hewldanê hevalên me ku ji bo şereke dernekeve jî bi rêya kemîn û operasyonan hewl dide derbe bide.

9’ê Hezîrana 2021’ê li Herêma Mûkriyanê li bajarê Banê gundê Binexwê dema hevalên me diçin ser erka xwe, li vir cehşê dijmin kemîn davêje û di vê kemînê de hevala me Rêvan Zagros şehîd dikeve.

Em di serî de ji malbata şehîd Rêvan û gelê Kurd re sersaxî dixwazin û soza bilindkirina têkoşîna şehîdên xwe didin.

ŞEHÎD RÊVAN ZAGROS

Hevala me ya Rêvan Zagros li sala 1995’ê metropola Stenbolê  ji dayik bûye. Ji malbateke welatparêz li Kerboranê û ji eşîrê  Xelîliyê ye. Heval Rêvan sala 2011’an  destpêkê di nava xebata ciwanan cih digire û kar dike. Ew bi xwe ciwaneke dînamik û wekî civayê tevdigeriye. Jêhatibûnê xwe ya mûzîk û şanoyê re yeke balê dikişîne.

Hevala me ya Rêvan Zagros her diçe hê zêdetir dikeve ferqa ku li welatê wê şerekî pir giran û qîrkirinekî dijwar heye. Ew jî wekî her ciwaneke Kurd nêrîn û felsefeye Rêber Apo dinase. Her diçe komploya girankirî ya li ser Rêber Apo bandoreke kûr li ser çêdike. Ew jî rêya şêhîd û pakrewanan digre. Sala 2014’ê bere xwe dide çiyayên azad. Ew êdî gerîlayê çiyayên Zagrosê ne.

Hevala me ya Rêvan bi taybet bi coş û kelecanê xwe ve dihat nasin. Ruhê wê zarokatî carekî din di çiyayên de şîn bûbû. Weke carekî din çiyayên Zagrosê wê anî bû dinyayê. Tim bi hezkirî tevlî jiyanê dibû. Bi herkesî re li ser esasê hevaltiyê têkiliyên xwe datanî. Di dilê hevalên xwe de cihê xwe zû çêdikir. Xwînşirîn û ruhsivîk bû. Berê her tiştê hevalên xwe difikir û piştre gav diavêt. Felsefeya gerîla ya yek loqma yek xirka, di kesayatê wê de pir bi xwezayî rûniştî bû. Kesayetekê sade û pak bû. 

Hevala me ya Rêvan di qadên gerîlayê de cihên herî zehmet yên çiyayên Şaho, Ciwanro de gerîlatî kiriye. Ew coş û kelecanê xwe ve li pêşiya hevalên xwe dimeşiya. Terz û pêkhatîbûnê xwe re bandorê xwe li ser kar û xebatên dikir. Ji aliyê gelê me yê Rojhilatê ve pir bi ji dil dihat hezkirin. Heval Rêvan xwedî berpirsyarî bû. Di asta fermandariya timê de berpirsyartî hilgirtibû ser milên xwe. Bi jêhatibûnê xwe ve xwedî seknekî pêşeng bû. Bi taybet jî wekî jinekê hewldanê wê ya fermandartî pir bi îdîa bû. Her xwest ku wekî fermandarekê jin bibe wijdana gelê xwe û felsefeya Rêbertiyê bide gelên xwe. Her car bi vê dilsozbûnê xwe re, bi wêrekî gavên xwe avêt. Hêrsekî wê ya li hemberê zilm û sextiya dewleta Îran hebû. Ji bo gelê Kurd azad bijî kar kir û her fedakariyê rakir ser milên xwe.

Hevalan me ya Rewan bû bersiva  jinekê Apoyî divê çawa jiyan bike. Em jî li ser vê bersiva wê bimeşîn ta ku Kurdistan azad bibe, têkoşînê xwe bê navber berdewam bikin. Em soz didin heval Rêvan ku xeyal û xwastên wê pêk bînin û ala şehîdan her tim bilind bikin.”

Nasnameya gerîlaya şehîd wiha ye:

Nasnav: Rêvan Zagros

Nav û Paşnav Hezîl Acûn

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1995/ Stenbol

Navê Dayikê-Bav: Zeynep-M.Şerîf

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 9'ê Hezîrana 2021/Mûkriyan