YPS/YPS-JIN: Emê tola wê ji AKP-MHP’ê bistînin

YPS/YPS-JIN li ser qetlîama 7 kesên ji malbata Dedeogûllari ya li Konyayê ev got: “Em soza xwe nû dikin ku emê di şexsê malbata me ya hat qetilkirin de tola vê ji AKP-MHP’ê bistînin.”

Li Konyayê faşîstên AKP-MHP’î malbata Kurd ya berê jî êrîşî wan kiribûn qetil kirin. Koordînasyona YPS/YPS-JIN’ê têkildarê qetlîama ku tê de 3 jê jin bi giştî 7 endamên malbata Dedeogûllari hatin qetilkirin de daxuyaniyek da.

YPS/YPS-JIN di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata Dedeogûllari û hemû gelê Kurd xwest û got: “Destpêkê dixwazin ku her kes bizane wê xwîna ti malbateke me li erdê nemîne. Dewleta Tirk a faşîst yê ku li çiyayên azad nikare encam bigire, li bajarên Tirkiyê gelê me yê sivîl û bê parastin ji qetlîamê re derbas dike û hewldide tola binketina xwe ya li Herêmên Parastina Medya bistîne. Vê ber êvariyê ev êrîşa hovane ya li Meram a bajarê Konyayê qewimî, dişibe heman pêvajoya salên 1990’î ku mirovên me tevî mala wan dişewitandin. Yên karîn ji wan qirkirina bi saxî rizgar bibin li bajarên Tirkiyê ketin nava lêgerînên damezrandina jiyanê ku xwe li wê derê bi ewle hîskiribûn.

Di rastiyê de di demên dawî êrîşên faşîstî yên li metrepolên Tirkiyê li hemberî gelê Kurd tên kirin nîşan daye ku ev rewşekî wiha nîne. Bêyî ku ji leza polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me tiştek lêm bibe dom dike. Ev qetlîama ku vê ber êvariyê li Konyayê pêkhat bi rengekî herî xurt nîşan dide ku Kurd li ti deverê di nava ewlehiyê de nîne. Ji bo vê jî careke din pêwsîtiya rêxistinîbûyîna me ya di hêla parastina cewherî derketiye holê. Divê wek gelê Kurd em baş bizanin ku Tirkiye ne welatê me ye. Dayik niştîmana me Kurdistan e.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku pêwîste gelê Kurd li her cihê ku lê dimîne bi taybetî jî li metrepolan, li ser bingehê perspektîfa parastina cewherî malbata xwe, zarok û kerameta xwe biparêz e.  Daxuyanî wiha dom dike: “Divê em baş bizanin ku bi kartên nasnameya ku TC’ê dayî me, weke gelê Kurd li her cihê Tirkiyê ti şansê me yê jiyanê nîne. Pêwîste li hemberî dibetiya êrîşê faşîstekê yê li ser me de, refleksê me yê parastina cewherî di her kêliyê de zindî be. Weke ku Rêber Apo jî gotî “Ku yekê li we dixin, hûn jî hezaran lê bidin.” Îro roja pêkanîna vê yekê ye. Divê em hêza ji holê rakirina hemû qadên jiyanê yên faşîstên AKP-MHP’ê yên li Kurdistanê nîşan bidin.

Eger em dixwazin tola 3 jê jin bi giştî 7 mirovên me yên ji malbata Dedeogûllari ku li Konyayê hatin qetilkirin bistînin, di serî de Amed divê li hemû bajarên Kurdistanê faşîstên AKP-MHP’ê bikin armanc. Erka bingehîn ya hemû keç û ciwanên Kurd ev e. Eger li Konyayê faşîstan piştî qetlîamê hê jî dirûşmeya “wê li vê derê yek Kurd jî nekaribe bijî” diavêjin, wê çaxê divê dirûşmeya me ya bingehî ya li Kurdistanê jî ev be, “divê ti faşîsteke AKP-MHP’î li Kurdistanê nejî”. Divê Kurdistan ji wan re bê heramkirin. Em bawerin ku hemû gelê me yê welatparêz wê bi vî hişiyariyê nêzîk bibe û ji îro şûnde berteka xwe bi rengekî herî xurt û hişk nîşan bide.

Em wek YPS/YPS-JIN soza xwe nû dikin ku emê di şexsê malbata me ya hat qetilkirin de tola vê ji AKP-MHP’ê bistînin.”