YPS/YPS JIN: Em her cihî bikin qada berxwedan û xweparastinê!

YPS/YPS JIN: Em salvegera 5'an a damezrandina YPS/YPS JIN'ê pîroz dikin. Sala 6'an a têkoşînê li şervan û milîsên YPS/YPS JIN'ê ferz dike, ku bi ruhê Berxwedana Xwerêveberiyê her qadê veguherînin qada berxwedan û xweparastinê û tolê hilînin.

Koordînasyona YPS/YPS JIN'ê daxuyaniyek weşand û salvegera 5'an a damezrandina YPS/YPS JIN'ê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên navneteweyî û faşîzma dewleta Tirk, ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê barbariya DAÎŞ'ê bi kar anîn û hate gotin, "Li Şengalê û Kobanê bi ked û berxwedana bi hezaran şehîdên leheng, pêşî li barbariya DAÎŞ'ê hate girtin û gelê me ji komkujiyê hate rizgarkirin. Li Bakurê Kurdistanê jî faşîzma dewleta Tirk projeya xwe ya bi navê 'Plana Têkbirinê' sala 2015'an xiste dewrê. Bi rêya vê planê xwestin ku tevgera me ya azadiyê tasfiye bikin û destpêkê li bajar û navçeyên ku bingeha têkoşîna me ya azadiyê xurt e, têk bibe. Li dijî vê plana têkbirinê, gelê Kurdistanê yê leheng bi dirûşma 'Civaka azad ivaka rêxistinbûyî ye, civaka rêxistinbûyî civaka xweparastinê ye' li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a faşîst xendek danîn û dest bi berxwedanê kir. Jin, ciwan û şêniyên her bajarî ji bo xwe biparêzin li pişt xendekan dest bi berxwedanê kirin.

Li Gimgim, Farqîn, Sûr, Rêzan, Bismil, Dêrik, Kerboran, Nisêbîn, Cizîr, Silopiya, Hezex, Gever, Wan, Şirnexê di salên 2015-2016'an de berxwedaneke dîrokî pêk hat. YPS/YPS JIN a ku vê demê bi beşdariya ewladên leheng ên gelê me ava bûn, pêşengî ji vê berxwedana dîrokî re kirin û di demeke kurt de mîrateyeke mezin a berxwedanê afirandin. Berxwedana bajaran û destanên lehengiyê ku di dîroka vî gelî de dibe ku ancax sedsalî biqewimiya, di nava çend salan de pêk hat.

YPS/YPS JIN'Ê WEKE TEVGEREKE TOLHILDANÊ XWE ISPAT KIR

Xelkê Cizîrê bi dirûşma 'Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin' a Mehmet Tûnç û Asya Yukselan di biryardariyê de asê bû û berxwedan gihand asta herî bilind. Li kolanên Cizîrê ku ji berê ve yek ji navendên berxwedanê ye, zarokên leheng ên Cizîrê ala berxwedanê bilind kirin. Li dijî tank, top û bi hezaran leşkerên faşîzma dewleta Tirk, berxwedêran bi çekên ferdî û biryardariya berxwedanê serî netewandin, çok dananîn û 'Plana Têkbirinê' ya desthilatdariya AKP-MHP'ê pûç kirin.

Tevgera YPS/YPS JIN ku weke hêza civaka azad û rêxistinbûyî afirî, di nava şerê giran de ava bû, mezin bû û ji roja destpêkê ve weke tevgereke tolhildanê xwe ispat kir. Tola Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê şehîd bû, pêşengên berxwedana jinê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar li Silopiyayê bi bilindkirina berxwedana gel hilanîn. Senar, Soro û Canfedayan jî al ji destê Sêvêyan wergirtin û soza tolhildanê li Farqînê bi cih anîn, gihîştin asta şehadetê. Fermandarên efsanewî Şehîd Çiyager û Şehîd Nûcan ku li Sûrê berxwedaneke bêhempa ya li cîhanê kêmcarî hatiye dîtin nîşan dan, bi pêşengiya wan berxwedana herî demdirêj a bajêr re tola jêrzemînên Cizîrê hate hilanîn. Di pêvajoya destpêkê ya berxwedanê de li Rêzanê, hevrê Berfîn bi lehengî şer kir û şehîd bû. Tola hevrê Berfîn jî ji aliyê Şehîd Mûnzûr, Mordem û Şervanan ve hate hilanînin ku welê li leşker û polîsên Tirk kirin ku nikaribin ji qereqolan derkevin, ji wesayitên zirxî peya bibin.

Hîn ji destpêkê ve vê rêxistiniya xweparastinê wezîfeya tolhildanê daye me. Em salvegera 5'an a damezrandina YPS/YPS JIN'ê bi biryardariya mezin a tolhildanê pîroz dikin. Sala 6'an a têkoşînê li şervan û milîsên YPS/YPS JIN'ê ferz dike, ku bi ruhê Berxwedana Xwerêveberiyê her qadê veguherînin qada berxwedan û xweparastinê û tolê hilînin. Em hevrêyên xwe yên di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn hemûyan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê ala wan a berxwedanê her tim hildin û tola wan hilînin."