YPS-YPS JIN'ê bîlançoya çalakiyan a 2 mehan eşkere kir

YPS-YPS JIN'ê bîlançoya çalakiyan a 2 mehan eşkere kir û destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî berpirsyariyeke ku nayê taloqkirin.

Koordînasyona YPS-YPS JIN'ê bîlançoya çalakiyan a 2 mehan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêberê me li hemberî faşîzmê, ji bo azadiya gel di nava têkoşîneke bêhempa de ye. Azadiya fîzîkî ya Rêberê me êdî wezîfeyeke ku nabe bê taloqkirin" û li ser çalakiyên 2 mehan ev agahî hatin dayin:

"Tîma me ya bersivdanê ya Şehîd Şervan Erkendî li nêzî gundê Navyan-Kaniya Mîr a herêma Bestayê, di dema derbasbûna traktorekê de ya ku dar birî bû, çalakiya sabotajê kir. Di çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin kontra cerdevan Ozgur Babat, Mervan Bîlen, Dîndar Benek, Hasan Babat birîndar bûn.

Tîma me ya bersivdanê ya Şehîd Canfeda Sason a YPS JIN'ê di 25'ê Îlonê de li navçeya Farqînê ya Amedê lit axa Yenîşehîrê, li hemberî wesayita polîsên trafîkê bi bombeya deng çalakî kir.

Tîma me ya Şehîd Çiya Zap a bersivdanê di 27'ê Îlonê de li Kasimpaşa ya Stenbolê li hemberî markeke Şok çalakî kir.

Tîma me ya bersivdanê ya Şehîd Erdal Şahîn a YPS JIN'ê di 28'ê Îılonê de li dijî rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst, li Umraniye ya Stenbolê buroya ocaxên nijadperestan şewitand.

Tîma me ya bersivdanê ya Şehîd Zelal Xerzan di 17'ê Cotmehê de li taxa Şehîtlîk a Amedê li kolana Alî Pinar li hemberî otobusa gardiyanan çalakî kir ku gardiyan ji zindana tîpa D a Amedê hejmara 1'ê dibir hejmara 2 ya zindanê.

Tîma me ya bersivdanê ya Şehîd Arjîn Amed a YPS JIN'ê di 26'ê Cotmehê de li Efeler a Aydinê ji bo hişyarkirinê bi çekên ferdî li dikana Şaban Koyûncû yê AKP'î reşand.

Tîma me ya bersivdanê ya Şehîd Cûdî Faraşîn a YPS JIN'ê di 20'ê Cotmehê de li navçeya Elbak a Wanê li taxa Yeniyê li hemberî wesayiteke polîsan a zirxî çalakî kir.

Tîmên me yên bersivdanê yên Şehîd Dîren Van di 31'ê Cotmehê de li navçeya Baglar a Amedê li kolanên Fatîh, Goçmenler û Seyrantepeyê rê girtin.

Tîma me ya bersivdanê ya Şehîd Sara Tolhildan a YPS JIN'ê di 3'ê Mijdarê de li navçeya Seyhan a Edeneyê li hemberî Leşkergeha Orçûn Kûbat çalakî kir."