YPS-Jinê li dijî keştiya barhilgir a Bînalî Yildirim çalakiyek kir

Tîma Tolhildanê ya YPS-Jinê ragihand ku li Yalovayê li dijî keştiyeke barhilgir ya Erkam Yildirim ê kurê serokwezîrê berê Bînalî Yildirim çalakiyeke sabotajê li dar xistine.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Sarîna Amed ya YPS-Jin daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û her cure faşîzma li ser gelê Kurd, di 12’ê Hezîranê de li qada Keştiyan a navçeya Altinova ya Yalovayê li dijî keştiya barhilgir a SÎYA ya kurê Bînalî Yildirim Ekrem Yildirim e û alaya Lîberyayê bi keştiyê bû çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin.

Tîma Tolhildanê her wiha got, "Keştiya barhilgir a mîlyon dolarî ya ku di sala 2007’an de hatî çêkirin, rûxiya û êdî nayê bikar anîn."

Di daxuyaniyê de her wiha ev yek hat gotin:

“Em berxwedana destanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê, beşdarên meşa Gemlîkê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo bi bawerî û berxwedaneke mezin û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî, bi îradeya bênavber hatiye lidarxistin, silav dikin. Li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker, tiryak, fuhûş, ajan, kontra, polîs, cerdevan û gardiyan bi rêxistin û hişmendiya xweparastinê em ê bi taktîkên serdema nû ya ku em ê her dem, li her derê pêş bixin, çalakiyên xwe yên tolhildanê bidomînin.”