YPS'ê li navenda Agiriyê li dijî wesayita zirxî çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya YPS'ê ya Şehîdên Glîdaxê li navenda bajarê Agiriyê li dijî wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker çalakî kir.

Li gorî daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya YPS'ê ya Şehîdên Glîdaxê, şeva 4'ê Nîsanê saet di 21:30'î de li dijî wesayiteke zirxî ya di rê de bû bi molotofan çalakî hate lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Molotof Kokteyl li wesayita zirxî ket û di encamê de agir pê ket."

Yekîneya Tolhildanê dîmenê kêliya çalakiyê weşand. Di dîmen de tê dîtin ku agir bi wesayita zirxî dikeve.

Yekîneya Tolhildanê ya YPS'ê ragihand ku wan ev çalakî ji bo silavkirina 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê li dar xistine.