YPS’ê li dijî polîsan çalakiyek kir: Polîsek hate kuştin

YPS’ê li Stenbolê li dijî polîsên Tirk çalakiyek kir. Hate diyarkirin di çalakiyê de polîsek hate kuştin.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî a YPS’ê daxuyaniyek weşand û got “Endamên me di çarçoveya ‘Pêngava dem dema azadiyê ye’ li navçeyên Arnavûtkoy û Avcilarê yên Stenbolê li dijî polîsên rejîma AKP û MHP’ê yên faşîst çalakiyên xurt kirin.”

POLÎSÊ SIVÎL HATE KUŞTIN

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 12’ê Hezîranê de berêvarî polîsê sivîl ê li gundê Çakmakli yê Arnavûtkoyê dijî dema ji wesayîta xwe peya bû, hêzên me ji nêz de 6 fîşek lê da û ew ceza kir. Di vê çalakiyê de polîsê faşîst hate kuştin.

Di 2’ê Gulanê de jî berêvarî hêzên me li ser Rêya Pazaryolû ya Taxa Yeşîlkentê ya Avcilarê li wesayîta polîsan da. Hêzên me ji 2 milan ve li wesayîtê da, wesayît ji rê derket û li dîregê elektrîkê ket. Di vê çalakiyê de herî kêm 2 polîsên faşîst birîndar bûn, hejmara polîsên mirî nehat zelalkirin. Wesayîta polîsan jî ketiye halê ku êdî nayê bikaranîn.

KESÊN ÊRIŞÎ KURDAN DIKIN WÊ BIBIN HEDEFA ME

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelê Kurd û tevgera azadiyê hemû derfetên xwe seferber dike, provayên qetlîamê dike û li meclîsê ji bo qatilan li çepikan dide. Ev êrişên ji her alî ve bi berxwedana ji her alî ve dikare were şikandin. Roj roja berxwedan û tolhildanê ye.  Polîs, notirvan, sîxur û çeteyên dewleta Tirk ên ku destê wan ketiya xwîna gelê Kurd li her qada ku qaşo ewle ne, wê bibin hedefa çalakiyên me yên tolhildanê. Em endamên xweparastinê yên gelê xwe ne. Wê çalakiyên me hêzên xweparastinê, bênavber bidome.”