YPS'ê li dijî nobedarên li Edeneyê çalakiya çekdarî kir

YPS'ê li Edenê li dijî nobedarên AKP'ê çalakiya çekdarî kir, 1 jê bi giranî 2 nobedar birîndar bûn.

Di daxuyaniya niviskî de kuTîma Bersivdanê ya YPS'ê ya Şehîd Zana Ferqîn dayî hate gotin, ''Endamên me 12'ê Hezîranê saet li derdora 01:00'an li taxa Denizlî ya navçeya Seyhanê ya Edenê li dijî nobedarên ku dewriye dikirin çalakiyek kirine. Endamên me bi rengekî karîger bi çekên şexsî li nobedaran dane. Di vê çalakiyê de 1 jê bi giranî 2 nobedar birîndar bûne. Piştî çalakiyê endamên me bi sax û silamen vegeriyane ser cihên xwe.''
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''Hişmmendiya tecawizkar, faşîst a AKP-MHP'ê ji bo ku xwe heyî bike bi rêbazên derî exlaq û gemarî êrîşê dibe ser Rêber Apo, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê. Pergala nobedariyê ku danîne jî amûra şer e. Bi vê diwazin berê jin, ciwan û zarokên Kurd bidin fihûş, madeyên tiryakê û sîxuriyê. Em hêzên parastinê yên gel li dijî hemû êrîşên dijmin li her deverê em ê parastina xwe pêk bînin û ji dewleta Tirk a komkuj, qirker bi çalakiyên xwe hesab bipirsin.''