YPG’ê nasnameya 6 şehîdên Kobanê û Serêkaniyê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 6 şehîdên berxwedana Kobanê û Serêkaniyê ya 2014’an eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 6 şehîdên berxwedana Kobanê û Serêkaniyê ya 2014’an eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 6 şehîdên berxwedana Kobanê û Serêkaniyê ya 2014’an eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;
“2014'an Îlonê di berxwedana Kobanê de 2 hevalên me û li Serekaniyê li gundê Dehmayê 4 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên derbarê hevalên me yên şehîd wiha ne;
Çeteyên DAÎŞ'ê ku dagirkirina Kobanê dane ber xwe 15'ê Îlona 2014'an bi hevdemî êrîş birin ser rojhilat, başûr û rojavayê bajêr. Hêzên me yên YPG, YPJ'ê li dijî êrîşan berxwedaniyeke mezin kirin û nîşan dan ku çeteyên DAÎŞ'ê nikarin Kobanê dagir bikin. Her roja berxwedana Kobanê bi serê xwe dastanek e. Yek ji van berxwedanan jî li rojavayê Kobanê li derdora gundê Siftek û derdorê 22-30'ê Îlonê hate jiyîn. Di vê berxwedanê de hêzên me derbên giran li çeteyan xistine û nehiştine ku çete bi pêş ve biçin. Di vî şerê berxwedanê de ku şerê vînê hatiye kirin hevalên me Cigerxwîn Şervan û Zerdestş Zagros bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Cîgerxwîn Şervan
Nav û Paşnav: Osman Karan
Navê Dayikê: Guzel
Navê Bav: : Dagistan
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Cih û Demê Şehadetê: Kobanê - Girê Siftek / 28’ê Îlona 2014’an
***
Nasnav: Zerdeşt Zagros
Nav û Paşnav: Mesut Sîrma
Navê Dayikê: Perişan
Navê Bav: : Nusret
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an
Dema ku çeteyên DAÎŞş'ê êrîş birin ser Kobanê Îlonê hêzên me ji bo ku destekê bidin berxwedana Kobanê li Serêkaniyê li dijî DAÎŞ'ê pêngavek dane destpêkirin. Bi vê pêngavê re 22'yê Îlona 2014'an li Serêkaniyê, li navçeya Mebrûka gundê Dehma di navbeyna hêzên me û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran çêbû. Di vî şerî de çar hevalên me yên ku derbên giran li çeteyan dan heta guleya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Mazlum Jêhat
Nav û Paşnav: Faruk Demîr
Navê Dayikê: Gulîstan
Navê Bav: : Îsmet
Cih û Demê Şehadetê: : Serêkaniyê / Mebruka - Gundê Dehma / 22’ê Îlona 2014’an
***
Nasnav: Piling Çiya
Nav û Paşnav: Eyüp Malgaz
Cih û Demê Şehadetê: : Serêkaniyê - Mebruka / Gundê Dehma / 22’ê Îlona 2014’an
***
Nasnav: Sîpan Piling
Nav û Paşnav: Sûat Coşkûn
Navê Dayikê: Tentane
Navê Bav: : Azîz
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka – Gunde Dehma / 22’ê Îlona 2014’an
***
Nasnav: Şahîn Serhed
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka – Gundê Dehma / 22’ê Îlona 2014’an
Di şexsê hevalên me de yên ku di berxwedana Kobanê û Serêkaniyê de şehîd bûne hemû şehîdên şoreşê em bi hurmet bi bîr tînin. Em soz didin ku li ser xeta berxwedanê ya ku şehîdên me ava kirine heta azadiya gelê me em têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin."