NÛ BÛ- YNK’ê hêzên leşkerî sewqî Kerkûkê kirin

YNK’ê, ji beriya referandûmê bi armanca parastina Kerkûkê ji Silêmaniyê ji bo Kerkûkê hêzên antî teror sewq kirin.

Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) beriya referandûman ku tê plankirin 25’ê Îlonê bê kirin, bi armanca parastina ewlekariya bajarê ji Silêmaniyê ji bo Kerkûkê hêzên leşkerî hatin teqwiyekirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, YNK’ê îro di saetên şevê de ji Silêmaniyê gelek yekîneyên pêşmerge yên antî teror û wesayîtên zirxî sewqî Kerkûkê hatin kirin. Wêneyên sewqiyatê û dîmenên wê ji aliyê tevnên civakî yên nêzî YNK’ê ve hatin parvekirin.

D daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Rêveberiya YNK'ê ya Kerkûkê ve hate dayîn, têkildarî mijara hêza hatî sewqkirin wiha got: "Di çarçoveya operasyona Hewîcê ev hêz ji bo bajêr hatiye sewqkirin."