YJA Starê li Zapê çalakî kir

Gerîlayên YJA Starê li herêma Zapê li dagirkeran xistin, ku hewl didan li qada Cîloyê Biçûk çeperan çêbikin. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man ku êrişên xwe rawestînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

26'ê Tîrmehê saet di 16:00 de li qada Cîloyê Biçûk hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin, ku dixwestin li qadê çeperan çêbikin. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man ku dev ji hewldanê çêkirina mewziyan berde.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

26'ê Tîrmehê saet di navbera 10:00-14:40'î de artêşa Tirk a dagirker piştî ku bombe li tunelên şer ên li qada Girê Sor barandin, xwestin ku kamerayan li derdora tunelên şer bi cih bikin. Di encama destwerdana hêzên me de dagirker neçar man ku xwe vekişînin.

25'ê Tîrmehê saet di navbera 22:30-23:00 de qadên Tîpa T û Dola Şehîd Ozgur bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

25'ê Tîrmehê saet di 21:00 de û 26'ê Tîrmehê saet di navbera 22:00-23:00 de li herêma Avaşînê tunelên şer ên li qada Werxelê hatin bombekirin.

26'ê Tîrmehê saet di navbera 21:30-22:00 de li herêma Xakurkê qada Sinînê ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

26'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Metînayê helîkopter li qada Qaşûrayê geriyan, derdora gundên Kêste, Derarê û Hirorê yên nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

27'ê Tîrmehê saet di navbera 07:00-07:30'î de derdora gundê Bazê yê nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê bi balafirên şer hate bombekirin.

27'ê Tîrmehê saet di navbera 05:20-06:40'î de li herêma Glîdagê ya Agiriyê, piştî ku hêz li qada Girê Zikdiryayi hatin danîn, operasyoneke berfireh a ji bo dagirkeriyê hate destpêkirin. Operasyon hîn dewam dike û dema ku agahî bi dest ketin wê bi raya giştî re bêne parvekirin."