YJA Starê ji bo bîranîna Şehîd Egîd Garzan çalakî kir: 6 dagirker ceza kirin

Gerîlayên YJA Starê li Xakûrkê ji du baskan ve li leşkerên artêşa Tirk da dagirker da. Di çalakiya ji bo bîranîna Fermandarê Eyaleta Xakûrkê Şehîd Egîd Garzan hate kirin de, 6 dagirker hatin cezakirin, mobeseyek hate îmahkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Li herêma Metîna di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

4’ê Tebaxê saet 12:00’an li dijî dagirkerên li Boxaza Girê Milîtan çalakiyeke sekvanî hatiye kirin û di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

Li herêma Xakûrkê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

2’yê Tebaxê saet 05:40’î li dijî dagirkerên li Girê Koordîne yê Şehîd Bêrîtan ji du baskan ve gerîla çalakî kirin. Di vê çalakiya ji nêzîk û bi xurtî hatin lêdan de, 6 dagirker hatin cezakirin, kamerayeke mobese ya li gir jî hatiye îmhakirin. Dagirkerên ku piştî çalakiyê qad bi çekên giran bombe kirin, drona ku hatibû şandin ji aliyê hêzên me ve hatiye lêdan û parçeyên wê ketiye destê hêzên me de.

Ev çalakiya serketî ya ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin, ji bo bîranîna Fermandarê Eyaleta Xakûrkê Şehîd Egîd Garzan ku 11’ê Tebaxa 2020’ê hatibû şehîdkirin, hatiye pêkanîn.

4’ê Tebaxê saet navbera 20:30-00:00’an balafir li xeta Qaşûra ya herêma Metîna firîne. Helîkopteran qontarên Girê Şehîd Çiya û derdorî gundên Kêste û Hirorê yên girêdayî bajaroka Kanî Masî ya navçeya Amêdiyê bombe kirin.

Heman rojê saet 12:30’î derdorî gundên Kestê û Hirorê bi obûs û hewanan hatiye bombekirin.

4’ê Tebaxê saet navbera 09:30- 09:45’an gundê Şiyê û Yekmalê yên bajaroka Dînartê ya navçeya Akrê ji aliyê balafirên şer ve hatin bomekirin. Heman rojê  saet navbera 09:50-10:00’an devera Kafya ji aliyê balafiran ve hatiye bombekirin

4’ê Tebaxê saet navbera 10:30-14:15’an tûnelên şer ên li girê Sor ê herêma Avaşîn bi teqemeniyan hatiye bombekirin. Heman rojê saet navbera 11:20-12:20’î artêşa TC’ê bu gazên kîmyewî êrîşî tûnelên şer ên li Werxelê kirine; saet navbera 21:00-21:10’î jî bi teqemeniyan bombe kiriye.

4’ê Tebaxê saet navbera 00:00-01:30’î devera Çemço ya Zapê û gundê Rençbiraxa bi obusên ji xeta sînor ve hatin avêtin ahtiye bombekirin.

Di van êrîşên dewleta TC pêk anî de tiştek bi hevrêyên me nehatine.”