Yildirim gef li Başûr xwar: Alternatîfa leşkerî li ser maseyê ye

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim, têkildarî referandûma li Başûrê Kurdistanê gef xwar û îdîa kir, ku wê berdêla referandûmê giran be. Yildirim got, bikaranîna rêbaza leşkerî jî li ser maseyê ye.

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim, li Kirşehîrê bersiv da pirsên rojnamevanan. Yildirim, têkildarî referandûma serxwebûnê ya 25'ê Îlonê, gefên ku li Başûrê Kurdistanê dixwe, dewam kir.

Yildirim îdîa kir, ku hikumeta Başûr di şaşitiyê de israr dike û gef xwar ku berdêleke referandûmê wê hebe û alternatîfa leşkerî li ser maseyê ye.

Yildirim got, "Gavên ku em ê biavêjin, bêguman wê bi hevkariya welatên cîran Iraq û Îranê re pêk werin. Aliyê xwe yê dîplomatîk wê hebe, aliyê xwe yê siyasî wê hebe, aliyê xwe yê aboriyê wê hebe, aliyê xwe yê ewlekariyê wê hebe. Li gorî rewşa li ser rûyê erdê em ê biryarê bidin kîjan ji van gavan kengî biavêjin. Li ser hemû alternatîfan hate rawestîn. Her alternatîf li ser maseyê ye. Em encama referandûmê bibînin, em ê piştre bi raya giştî re par ve bikin. Îro li Meclîsê civîna awarte heye. Em ê tezkereya li ser şandina leşkeran ji bo derveyî welat rawestin. Em spasiya MHP û CHP'ê dikin ku di vî warî de desteka xwe anîn ziman. Mesele dema meseleya welat be, di kevneşopiya me de siyaset timî dibe meseleya asta duyemîn."