Yewnanîstanê biryar da ku sînorê Tirkiyê hişk bigire

Van rojên dawî piştî ku ji Tirkiyê hijmara koçberên ku diçine Yewnanîstanê zêde dibin hikûmeta Atîna tevgeriya. Hkikûmetê biryar da ku sînorên bi Tirkiyê re hişk bigirin û bi alîkariya YE û NATO'yê wê cihên çavdêrîkirinê werin avakirin.

Van salên dawî hijmara penaberên ku di ser Tirkiyê re diçûne Yewnanîstanê kêm bûbûn lê van rojên dawî dîsa zêde bûn. Pêrşemba bihurî ji 500'î zêdetir penaberên ku bi bota ji Tirkiyê derketibûn gihabûn Girava Midilî.

Li ser vê Konseya Karê Derve û Berevaniyê yê hikûmeta Atînayê bi lezgînî civiya û li dijî koçberên deryasayî gelek biryar stand. Di serê van biryaran de, ku çapemeniya Yewnan da, girtina sînorê Tirkiyê ya bi rengekî jidiyayî û her wiha avakirina cihên çavdêrîkirinê heye, ku wê derbasbûna koçberan asteng bike.

Rayedarên Yewnan bi alîkariya Ajansa Ewlehiya Sînor (Frontex) a YE'yê û NATO'yê plansaziya wê dike ku kontrolên ser sînor zêde bike. Her wiha hikûmetê biryar da ku penaberên ku hê serlêdana wan a penaberiyê nehatiye qebûl kirin û hê jî li Yewnanîstanê werin girtin, kontrolên polîsan werin zêdekirin. Hikûmet plansaziya wê dike ku pêvajoya serlêdana penaberiyê jî kintir bike û îtîraza redkirina serlêdanê jî were rakirin.

LI MIDÎLLÎ 10 HEZAR PENABER


Li rojhilatê Yewnanîstanê li navendên li giravan ji 21 hezarî zêdetir penaber hene. Li girava Midilî ku kapasîteya wê 3 hezar penaber e, 10 hezar penaber bi şertên giran dijîn.

Hatina koçberan a ji Tirkiyê yabi rêya deryayê û bejahiyê fikarê bi rayedarên hikûmeta Atînayê re çêdike. Ji ber ku Tirkiyê kontrola ser sînor nerm kiriye penaberên ku bi rêyên der yasayî derbas dibin zêde dibin. Ev pêlek e rayedarên rejîma Erdogan di ser peymana penaberan a 2016'an gef li YE'yê dixwar.