Yekîtiya Ewropayê sînyalên sekinandina muzakereyan da

Wisa dixuye ku Yekîtiya Ewropayê wê li hemberî pêkanînên faşîst ên AKP’ê zêde bêdeng nemîne.

Di Civata Giştî ya Yekîtiya Ewropayê Komîserê Berpirs ê ji Têkiliyên Pêşveçûn û Cîrantiyê ya Komîsyona Ewropayê Johannes Hahn diyar kir, dibe ku muzakereyên bi Enqereyê re werin sekinandin. 

Hemû komên polîtîk ên li Parlamenta Ewropayê dibêjin, “Em bi rejîma Erdogan a ku zextan dike, nikarin zêde bidomînin. Bila muzakere werin sekinandin.” Ji ber vê helwestê, Yekîtiya Ewropa (YE) li pêşberî raya giştî ya Ewropayê her roj dikeve rewşeke zehmet. Hahn got, "Eger hikumeta Tirk heta Adara 2018'an hişyariyên me li ber çavan negire û li gorî vê yekê gavan neavêje, ez ê nêrîna xwe ragihînim, ku pêkanînên zordar ên heyî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve neyên qebûlkirin û nabe ku têkilî dewam bike."

‘DIVÊ TÊKILÎ WERE QUTKIRIN’

Nûnerên komên polîtîk ê Parlamenta Ewropayê diyar kirin ku li Tirkiyeyê rejîma Erdogan a dîktatorî her ku diçe xwe saz bike û ji ber vê jî divê muzakere werin sekinandin û alîkariyên malî jî werin qutkirin. Li ser van rexneyan jî Hahn got ku, “Ez jî li ser fikra we me. Lê divê em li benda biharê bin û heke rewş neguhere em ê tiştên pêk hatine di raporê de bi cih bikin.”

Hahn bal kişand ser aloziya di navbera YE-Tirkiyeyê û got, "Divê Tirkiye gavên cîddî biavêje." Bi vê re cara pêşîn peyam hat dayîn ku heke guherînên cîddî çênebe wê muzakere werin sekinandin. Duh di Civata Giştî ya Parlamenta Ewropayê de bi qasî 50 parlementeran li ser kom û navê xwe mafê axaftinê stendin û diyar kirin ku zextên Tirkiyeyê tên li ser gelê Kurd û mûxalefetê êdî nayê qebûlkirin. Di Civata Giştî de hat diyarkirin ku rojnamevan, şaredar û kesên mûxalîf tên girtin û Yekîtiya Ewropayê heta îro helwesteke cîddî nîşanî vê rewşê nedaye.