Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê bersiv da hewldanên ji bo rewakirina dagirkeriyê

Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bersiv da hewldanên hin kom û rêxistinan ên ji bo rewakirin û mayindekirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê û Efrînê.

Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê, li ser propaganda û hewldanên Meclisa Şêwirmendiya Êzidiyan li Elmanya Zentralratê, yên ji bo rewakirin û mayindekirina dagirkeriya dewleta tirk li serêkaniyê û efrînê, daxuyaniyek berfireh da. 
 
Di wê daxuyaniyè de hate gotin, ku komek nerastî û derew hene, ku divê li ser navê Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê, weke banê herî mezin ê komeleyên Êzdiyan li Sûriyê û derveyî Sûriyê ye, bersiva wan bidin û red bikin:

"Yekem: Êzidiyan gundên xwe li Serêkaniyê bi kêfa xwe neterikandin, bi darê zorê ji destê dewleta Tirk û komên wê yên terorîst hatin koçberkirin. Ji ber vê yekê, daxuyaniyên ku behsa vegera van kesan 'bo heremên dagirkirî û bi aştiyane jiyankirina bi pêkhateyan re' weke di daxuyaniyê de hatiye gotin, ne rast e. Diviyabû Zentralrat'ê dagirkeriya Dewleta Tirk û komên çete yên ku gundên Êzidiyan dagir kirine û koçber bûne û kesên xerîb li şûna wan bi cih kirine û bûne sedema vê rastiya koçberkirinê şermezar bikira, lê weke her carê ev yek nekir û ji nedîtî ve nêzîk bû. Guhnedane dagirkeriya dewleta Tirk û sûcên komên çete û şermezarkirin û binpêkirinên ku li dijî Êzidiyan û pêkhateyên din tên kirin."

"Duyem: Derbarê vegera Êzidiyan û koçberên mayî de, helwesta Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê tê zanîn, û piştgiriya vegera Êzidiyan bo mal û gundên xwe dike, lê bi şertê ku garantiyên navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî an jî Yekîtiya Ewropayê jê re hebe. Ji ber bi sozên dewleta Tirk û çeteyên wê nayên bawerkirin, ji ber ku van herdu aliyan dewleta Tirk û çeteyên wê, Serêkaniyê dagir kirine, gelê wê ji wir derxistine, mal û xaniyên wan desteser kirine, her roj binpêkirinên dibin û bihevçûnên wan li ser xenîmetên ku ji gel stendine û parve kirine li ber çavane. Divê Zentralrath, berpirsiyariya exlaqî û yasayî ya ewlekarî û çarenûsa kesên ku vedigerin li xwe bigre."

"Sêyem: Banga vegera Êzidiyên derbider, bi awayekî bêserûber û bê garantiyên navneteweyî, gaveke bêberpirsiyarî û bi guman e û tê wateya radestkirina wan bo kuştin û revandinê, li herêmeke dagirkirî ku ji bilî yasaya çeteyan a dagirkeriyê, ne girêdayî ti yasayekê ye. Rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan, di nav de Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, rojane behsa tawanên van komên çete yên li dijî xelkê pêk tînin dike. Daxuyaniya ku dibêje, 'li herêma Serêkaniyê ya dagirkirî yasa û azadiya olî heye', ev propgandaya ji bo dewleta Tirk a dagirker û komên çete û yên bi navê “Hikûmeta Demkiye” hemû derew û propagandaya ye li gorî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li heremên dagirkirî bi destên dewleta Tirk û komên çete her roj binpêkirinên mafên mirovan û hindikayên Olî çêdibin."

"Çarem: Tê zanîn ku Zentralrat, di hemû daxuyaniyên xwe de hewl dide, ku xwe nêzîkî dewleta Tirk bike, siyaseta wê bide nasîn û nêrîna wê bipejirîne û bi eşkere pesnê wê bide. "Ev sosretek ango skandaleke, ku Encûmena şêwrê" ya ku li li gora yasaya Almanya tomarkiriye destwerdanê di mafê hemwelatiyên dewleteke din de bike û têkiliyan bi hikumetên din û komên çete yên weke terorist hatine naskirin re bike, ev kar encûmanên din yên şêwirmendiyê yên Cihû, Îslamî û Elewiyan ku li Almanyayê hatine tomarkirin, nayên kirin, ev dide xwuyakirin, rola bi goman ya Zentralratê. Di dema dawî de gelek komeleyan bi daxuyaniyekê xwe ji Zentralratê vekişandin lewma ew tenê nûnertiya xwe dike û divê hemû Êzidî vê rastiyê bizanibin."

"Pêncem: Me weke Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê me du hevdîtin ligel Zentralratê kirin û me ji wan re got, ku destwerdanê di karûbarên Êzidiyên Sûriyê de nekin û hewldana danûstandina bi dewleta Tirk û komên çete re, ji bo bidestxistina berjewendiyên ku em nizanin asta wan wê li ser hesabê Êzidiyên Sûriyê çibe rawestînin, lê tevî soza ku dan, dev ji hewldanên xwe bernedan û careke din vegeriyan rola propagandayê û li defa xizmetê ya dewleta Tirk û çeteyên wê dixe."

Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê, di dawiyê de jî diyar kir, ku ew weke komeleyek tomarkirî ku nûneratiya Êzidiyên Sûriyê li Almanya û li welat dike, mafê xwe yê yasayî diparêzin, ku li Zentralratê li ba dezgehên qanûnî daxwaza vekolînekê li ser têkilî û hevdîtinên gumanbar ên ku ew li heremên dagirkiri de dikin bişopînin. 

Her wiha hate gotin, "Em weke Yekîtiya Êzidiyên Sûriye herêmên dagirkirî, wan wek metirsiyek li ser ewlekariya Êzidiyan û ewlekariya welatê Almanya ku em lê dijîn û ya ku Êzidî parastin û mafê penaberîyê da wan dibînin û ji hêla Êzidiyan ve ji bilî rêzgirtin, dilsoziyê, hizkirin û parastina aramiyê ji bo hemî hemwelatiyên Alman nabînin."