Yekîneyên Tolhildanê çalakî kir: 3 polîs hatin kuştin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ragihand ku di çalakiya li Osmaniyeyê lidar xistin de 3 polîs hatine kuştin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî bi daxuyaniyeke nivîskî rangihand ku li Osmaniyeyê çalakiyek kirine. Di daxuyaniya hate dayîn de hate gotin ku 3 polîs hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.

Daxuyanî wiha ye:

“Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî 16’ê Çileyê di saet 20:30’î şevê de li dijî wesayîta zirxî ya polîsan a li ser rêya taxa Karaçay a Osmaniyeyê çalakiyeke ya sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiya serketî de 3 polîs hatin kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn. Desthilata AKP’ ya qatilê Kurdan ji bo windahiyên xwe veşêrin li cihê bûyerê perde danîn. Li ser bihîstina bûyerê û şûnde ajansên nûçeyan ên herêmî û giştî li gel tv’an agahiyên ‘kuştî û birîndar hene’ parvekirin, li ser vê jî dewleta TC’ê ev nûçe hemû da rakirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî heta xeyal û îdîayên şehîdên xwe bi cih bînin wê çalakiyên me yên tolhildanê mezin û berdewam bikin.”