Yekîneyên tolhildanê bîlançoya meha Gulanê eşkere kirin

Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyên xwe yên meha Gulanê eşkere kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed, Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Baran Dersim, bîlançoya çalakiyên xwe yên meha Gulanê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîneyên tolhildanê bi rengekî çalak gel û xaka Kurdistanê diparêzin. Em dibêjin, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê em ê her derê bikin qada berxwedanê, bikin qada serhildanê. Em ê bi ruhê serhildanê êrişên faşîzmê têk bibin."

ÇALAKIYÊN HATIN LIDARXISTIN

Li gorî daxuyaniyê bîlançoya çalakiyan wiha ye:

"AMED, REZAN

1'ê Gulanê yekîneya me ya Şehîd Elîşêr Konya-Ş. Zîn Amara li taxa Kanartepeyê dest li firoşkarên narkotîkê werdan. Yekîneya me bi tundî firoşkarên narkotîkê hişyar kir. Şêniyên taxê jî piştgiriya yekîneya me kir. Yekîneya me piştî çalakiyê bi rengekî serketî gihîşt qadên xwe.

Di 7'ê Gulanê de li taxa Ben û Senê hevkarekî polîsan û alîgirê desthilatdariya faşîst xebatkarekî marketekê hate cezakirin, market hate şewitandin.

Yekîneya tolhildanê ya Şehîd Rizgar Farqîn di 8'ê Gulanê de li taxa Yenî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê yekîneyên me yên xweparastinê bi teqemeniyê û fîşekên hewayî dest li polîsên Tirk ên dagirker werdan, hin polîs birîndar bûn.

STENBOL

13'ê Gulanê yekîneya tolhildanê ya Şehîd Helmet-Şehîd Arîn Mîrkan li taxa Sapanbaglari ya Pendîkê, taxa Kûrfali ya Kartalê, navçeya Sarigazî taxên wê li dijî hevkarên zîhniyeta faşîst çalakî hate kirin û 11 wesayitên wan hatin şewitandin.

Yekîneya tolhildanê ya Şehîd Helîn Mûrat 14'ê Gulanê li taxa Korhat a navçeya Rezanê ya Amedê li dijî polîsên tîmên taybet ên AKP-MHP'êr ya dagirker faşîst ku li Dibistana Navîn a Huseyîn Ûlûg bi cih bûbûn bi teqemeniyê çalakî hate kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin polîsekî dagirker birîndar bû. Faşîstan di dema çalakiyê de ji tirsa li derdorê reşandin. Dijmin piştî çalakiyê dor li qadê girtibe jî yekîneya me bi rengekî serketî gihîştin warê xwe.

Di 19'ê Gulanê de li taxên Alî Paşa û Ziya Gokalp ên navçeya Sûrê ya Amedê, yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Rizgar Dêrxûst li dijî firoşkarên narkotîkê bi teqemeniyê çalakî kir. Heman rojê li navçeya Peyasê qemyonek saziya elektrîkê hate şewitandin.

Li Stenbolê di 21'ê Gulanê de yekîneyên me yên tolhildanê yên Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan li Gazîosmapaşayê li dijî şexsekî hevkarê AKP'ê ku narkotîk difirot çalakî kirin^u avahiya wî şexsî îmha kirin.

Di 21'ê Gulanê de yekîneya tolhildanê ya Şehîd Eylul Amed-Şehîd Mazlûm Mamxûrî li kolana Hala Zebzeyan a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê du wesayit şewitandin. Di 22'ê Gulanê de li herêma Kîrazli ya navçeya Artemêtanê stasyoneke bazê hate şewitandin. Heman rojê li taxa Îstasyonê ya Tûşbayê li herêma Seyrantepeyê li rêya trenê çalakiya sabotajê hate kirin. Di 23'ê Gulanê de li taxa Sixge ya navçeya Rêya Armûşê li dijî nuqeyeke polîsan bi fîşekên hewayî çalakî hate kirin.

Di 23'ê Gulanê de li Okmeydani marketên BÎM û Şok hatin şewitandin, li Dragosê jî wesayitek hate şewitandin.

Di 27'ê Gulanê de yekîneya tolhildanê ya Şehîd Helîn Mûrat li Başakşehîr a Stenbolê restorantek alîgirê AKP'ê ku guh nedabû hişyariyan û propaganda reşkirinê dikir hate şewitandin û kesek hate cezakirin.

Di 28'ê Gulanê de yekîneyên tolhildanê yên Şehîd Helmet-Şehîd Arîn Mîrkan li Sîlîvrî ya Stenbolê li xeraja qemyonan a otoparkê çalakî kirin û 2 qemyon şewitandin."