Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed rêze çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêze çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Tolhildan a daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêze çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “1’ê Kanûnê li ser rêya Melîk Ahemd a Sûrê li dijî marketa a-101 a kaseya pereyan a rejîma AKP/MHP’ê ya faşîst çalakiyek bi bombeyên desta hatiye kirin.

2’yê Kanûnê li li dijî tevgera taybet ên li dibistana Kazim Karabekir a li ser rêya Baxlar a Goçmelerê ye çalakiyek bi bombeya destan a bi bandor hatiye kirin. Di vê çalakiyê de tîmek taybet hatiye birîndarkirin.

3’yê Kanûnê li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa akrep a li derdorî taxa Korhat a Baxlarê dewriye davet, bi bombeyek destan çalakiyek hate kirin. Di çalkiyê de ziyanên madî gihişte wesayîtê.”