Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Çiyager Hêvî çalakiyên xwe eşkere kir

Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Çiyager Hêvî encamên çalakiyên xwe yên di navbera 8-15’ê Îlonê de eşkere kir.

Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Çiyager Hêvî derbarê çalakiyên xwe ev daxuyanî belav kir:

“Di 8’ê Îlonê de li Taxa Şehîtlîkê ya Amedê me bi bombeyan li Navenda Piştgiriya Ciwanan a dewleta Tirk xist. Ji ber çalakiyê xisareke maddî li saziya şerê taybet çêbû. Piştre polîsan dora vê saziyê girtin û kemîn danîn.

Vê saziya şerê taybet ji bo asîmîlekirina ciwanên Kurdistanê bi navê betlane û kûrsan dixebite û ciwanên Kurdan dike sîxur. Ev saziyên ku ciwanên Kurd dikin sîxur wê her dem di hedefa me de bin.

Di 12’ê Îlonê de saziya şerê taybet a bi navê Navenda Hevgirtina Jinan a li Şehîtlîka Amedê û wesayîta polîsan a li ber wê bûne hedefa hezên me. Hêzên me bi bombeyên destan hatine çêkirin, li vê saziyê dan. Di vê çalakiyê de hejmara polîsên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di 15’ê Îlonê endamên Yekîneya Me Ya Tolhildanê ya Ş. Çiyager Hêvî li qereqola Şehîtlîkê û Saziya Goşt û Masiyan a li Şehîtlîka Amedê dan. Piştî çalakiyê polîsan gule li hewa reşandine, rê girtine û êrîşî gelê li nêzî qada çalakiyê kirine.”