Yek ji kujerê malbata Şenyaşar li nexweşxaneyê mir

Îbrahîm Yildiz ê ku ew jî tevlî qetlîama li ser malbata Şenyaşar bûbû, ligel ku derbarê wî 5 sal in biryara girtinê heye li nexweşxaneyê mir.

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana Malbata Şenyaşar kiribû û di encama êrişê de ji malbata Şenyaşar Celal, Adil, Ferît, Fadil û Mehmet Şenyaşar birîndar bûbûn. Piştî re ew rakirin nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê û êrişê li wir jî berdewam kir. Di êrişê de bav Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar hatin qetilkirin. Birayên din jî bi giranî birîndar bûn. 

Bi dîmenên kamerayê jî hatibû belgekirin ku Îbrahîm Yildiz di dikanê de erişî malbata Şenyaşar kiriye û gulê berdaye Celal û Adil Şenyaşar. Yildiz ku 5 sal in derbara wî de biryara girtine hebû lê nedihat dîtin, di 16'ê Adarê de li nexweşxaneyeke taybet a Mêrsîne (Navenda Tipê ya Metropol) bi nasnameya xwe ya fermî ameliyat bûye û piştre li nexweşxaneyê miriye.