Yazmaci: Yekane çareseriya dewletê neçareserî ye

Ji Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Yazmaci diyar kir ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li 107 girtîgehan dewam dike û dibe ku bêdem bibe. Yazmaci got, dewlet bi stratejiya 'çareseriya yekane, neçareserî ye' tevdigere.

Ji Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Omer Farûk Yazmaci ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan beriya ku bigihêje asteke metirsîdar bê biencamkirin.

Parêzer Yazmaci ragihand ku bi rejîma nû ya înfazê re tecrîd li girtîgehan hemûyan belav bûye, hatiye girankirin û got, "Mînak, yên ku cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birîn nepêkane ku bi tena serê xwe bêne hiştin, lê belê bi biryara desteya çavdêriyê bi tenê têne hiştin. Heman tişt ji bo girtiyên nexweş jî derbas dibe. Mehkûmên ku divê rojane kontrola wan bê kirin, neçar dimînin ku tevahiya jiyana xwe bi rengekî tecrîdkirî bimînin."

CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ

Parêzer Yazmaci bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê û got, "Yên ku dibêjin tecrîd heye, cezayên dîsîplînê li wan tê birîn. Greva birçîbûnê 15 rojan carekê bi dorvegerî tê kirin, lê belê piştî 15 rojan cezayê ragihandinê li girtiyan tê birîn. Hevdîtina rû bi rû hatiye qedexekirin, hevdîtina girtî tenê bi kesekî hatiye bisînorkirin, ew kes jî ji aliyê dozger û endamên îstîxbaratê ve tê diyarkirin. Li Sîncanê mehkûmên jin ji ber ku ketin greva birçîbûnê bi sûcdariya 'pesindayina sûc û sûcdar' ketin ber dozê."

LI ÎMRALIYÊ REWŞEKE TAYBET HEYE

Parêzer Yazmaci ragihand ku tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkanîneke taybet e û li dijî destûra bingehîn e. Parêzer Yazmaci got, "Tecrîd belav dibe, lê belê li Îmraliyê tecrîdeke mezintir heye. Bi rêvebernameya nû re bêhtir tê girankirin."

Parêzer Omer Farûk Yazmaci diyar kir ku têkildarî greva birçîbûnê wan serî li Neteweyên Yekbûyî, CPT û saziyên pêwendîdar hemûyan dane û got, "Ji aliyê me ve em hemû tên kirin, lê belê yek ji stratejiyên dewletê jî neçareserî ye. Ji bo wan yekane çareserî, neçareserî ye. Tenê vê hefteyê bicihanîna cezayê 12 mehkûman hate betalkirin û berdana girtiyan a bi şert hate betalkirin. Jİ ber vê yekê grevên birçîbûnê li 107 girtîgehan belav bûye. Nabe ku ev yek êdî ji nedîtî ve be. Grevên birçîbûnê bêdem dibin. Divê em vî dengî bêhtir bilind bikin. Bang li her kesî dikim, ku bi hestiyarî tevbigerin."