Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 56 roj in bê navber didome

Xwepêşandan û serhildanên gelên Rojhilat û Îranê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” tevî hemû zext û êrîşên hêzên dewleta Îranê bênavber didomin û berfireh dibin. Xwepêşandanan 56 roj li pey xwe hiştin.

Serhildan û xwepêşandanên gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh jî di roja xwe ya 56’an de li bajarên Sine, Mahabad, Bokan, Kamyaran û gelek herêmên din ên Rojhilatê Kurdistanê dom kirin. Ciwan û jinan bi çalakiyên cûda bê navber nerazîbûna xwe ya li dijî dewletê anîn ziman, li kolanan agir pêxistin û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Li bajarokê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ji ber qetilkirina welatî Hêmin Hemze, li gundê Bêwranî ya heman bajarokî xwepêşandanek mezin hate lidarxistin. Cenazeyê Hêmin bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hat veşartin û piştî merasîmê xwepêşandan hate lidarxistin. Hêzên Îranê li vir êrişî xwepêşanderan kirin û alozî çêbû.

Li bajarê Xuremabad a Loristanê jî cenazeyê welatî Sam Bîranwend spartin axê û li wê derê jî hêzên Îranê gule bi ser welatiyan de reşandin, girseya tevlî merasîmê bibû dest bi xwepêşandanê kir. Li bajarên Belûçistan bi taybetî jî Zahîdan, Rask, Îraranehr, Xaş, Pîşin, Serawan û Çabehar jî xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin.

Li gelek bajarên Belûçistanê hêzên Îranê hewldan bi rêya êrîşan dawî li xwepêşandanan bînin. Li Tahranê jî ji bo çil rojiya zarokê 17 salî Îhsan Xan Mihemedî merasîmek hate lidarxistin û piştî wê jî xwepêşandan hate kirin. Li Tahranê gelek çalakiyên din jî hatin lidarxistin û dirûşmeyên li dijî dewletê hatin berzkirin. Di çalakiyên li bajarê Qumê de jî dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li ser dîwaran hate nivîsandin.

Li çiyayekî Tahranê komek çalakvan, bi armanca piştgirîdayina serhildana li Rojhilatê Kurdistan û bajarên din ên Îranê pankarta ku li ser “Jin, Jiyan, Azadî” hatibû nivîsandin, vekirin.