Xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê bi biryar didomin

Xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir û veguherî serhildaneke daxwaza mafê azadî û jiyanê dike, bê navber li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi daxwaza azadî û jiyanê dest pê kir her diçe mezin û belav dibe.

Li gel xwepêşandanên ji pêkhate û neteweyên cihê yên li Îranê xwendekar jî di van çalakiyan de xwedî rol in. Xwedekarên zanîngeha Êrşadî ya li Tehranê nerazîbûnên xwe nîşan da.

Xwendekaran li Merîwanê jî nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Weke her carê dîsa li Merîwanê welatî daketin kolanan, agir dadan û nerazîbûn nîşan dan. Li aliyê din welatiyan deriyê dikan û bazaran venekirin.

Li merasîma veşartina cenazeyê Îrfan Zemanî hêzên dewleta Îranê bi guleyan êrîşî welatiyan kirin.

Li aliyê din bi nêzî 600 mamoste nerazîbûn nîşanî helwesta dewleta Îranê da û xwestin hemû xwepêşanderên ku di xwepêşandanan de hatibûn destgîrkirin werin berdan.

Ciwan li Bokanê jî daketin kolanan li Çerxerêya Eşaîr agir dadan rê li çûn û hatinê girtin.

Li aliyê din li gelek bajarên Îranê jî xwepêşandan hebûn û welatî daketin kolanan agir dadan û helwestên xwe raberî rejîma Îranê kirin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 304 kes ku 41 ji wan zarok in, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

Dewleta Îranê jî bi deh hezaran kes destgîr kir, bi hezaran kes jî girt. Di nav wan de rojnamevan, parêzer, çalakvan, kesên navdar û parêzvanên mafên mirovan hene.

Agahî tên ku bi dehan çalakvan jî di rûniştinên çend deqîqeyan de cezayê darvekirinê li wan tê birîn.