Xwendekarên ODTU’yê: Bila ampûl biteqe!

Li hemberî bilindbûna nirxa pereyên biyanî xwendekarên ODTU’yê jî derketin kolanan û meşeke girseyî pêkanîn.

Ji ber bilindbûna nirxê pereyên biyanî li beramber lîreya Tirkiyê ku her ku diçe nirxê wê dadikeve û dibe sedemê krîzên ekonomîk bangên îstîfayê ji bo rejîma AKP-MHP’ê herku diçe bilind dibin.

Girseye ku li Enqerê bi dirûşmeyên “AKP Îstîfa” daketin kolanan û her ku çû berfireh bû, xwendekarên ODTU’yê jî, bi dirûşmeyên “ODTU li ser piya ye, li dijî AKP’ê liberxwe dide”, “Ampûlan veke û bigire, bila ampûl biteqê” li ODTU’yê dest bi meşê kirin.

Li gelek navçe û semtên Enqerê protesto berdewam dikin.