Xizmên windayan ji bo rûniştina doza Mehmet Sîncar bang kirin

Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan ji bo Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr hatin cem hev. Di çalakiyê de banga tevlîbûna rûniştina dozê hate kirin. Wê doz roja Duşemê pêk were.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (îHD) a Êlihê û Xizmên Windayan, di hefteya 535'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li kolana Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin" hat vekirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Êlihê jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan ÎHD'ê û xizmên windayan.

Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Zekî Tanguner, çîroka kuştina Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û Endamê Lijneya Rêveberiya Bajar ê DEP'ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr xwend. Tanguner, ji bo 8'emîn danişîna doza cînayeta Sîncar ku wê di 27'ê Hezîranê de li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin, banga tevlîbûnê kir.

 Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.