Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Xizmên windayan: Divê daraz nebe hevkarê sûc

Xizmên windayan li Amedê hatin ba hev û li aqûbeta Îsa Soysal pirsîn.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan ji bo winda bên dîtin û kujer werin darizandin di hefteya 674’emîn de li Parka Koşûyolû çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Werin Darizandin” li dar xistin. Çalakî li ber Peykerê Mafê Mirovan pêk hat. Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê çîroka windakirina Îsa Soysal par ve kirin. Soysal di 1’ê Çileya 1988’an de li gundê Karoxa bi ser navçeya Silopiya Şirnexê ve hatibû windakirin.

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn ewilî axivî û diyar kir ku ji bo winda bên dîtin û kujer werin darizandin malbatên wan bi astengiyên hiqûqî û siyasî re rûbirû mane. Zeytûn bertek nîşanî sergirtina dosyeya Cemîl Kirbayir ku bi demboriyê re rûbirû hat hiştin da û got: “Têkoşîna parêzvanên mafê mirovan û aştiyê û dayikên me û xizmên windayan bi ser biryarên darazê re ye. Em dixwazin ji bo van dosyeyên tên girtin hiqûqa gerdûnî were sepandin. Divê ku daraz an ên biryarê didin nebin şirîkî kujerên ku sûc kirine. Em ê li hember van kirinan têkoşîna xwe edaletê bidomînin.” 

Sekreterê Şaxê ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar jî behsa serpêhatiya windakirina Îsa Soysal kir. Berkpinar diyar kir ku Soysal zewicî û bavê sê zarokan bûye û di roja 1’ê Çileya 1988’an de dema ji gundê xwe derdikeve diçe bajêr ji aliyê kesên cilên wan sivîl ve hatiye revandin û carek din agahî jê nehatiye wergirtin. Berkpinar got her çiqas malbat dikeve nava lêgerînê û hewldanan dike jî hemû bêencam dimînin. Berkpinar xwest di şexsê Soysal de tevahî winda werin dîtin û kujeran derxin holê û bên cezakirin. 

Piştî daxuyaniyê kêliyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.