Xizmên girtiyan nerazîbûn nîşanî bêdengiya partiyên siyasî dan

Xizmên girtiyan ên li Amedê di Nobeta Edaletê de ne, nerazîbûn nîşanî partiyên ku ji bo ku girtiyên nexweş û siyasî deng dernaxînin, dan.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan li Amedê dane destpêkirin di roja 350'yan de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê li dar xist. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê  jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de , Herdem Merwanî ya ku keça girtiyê nexweş Abdulhalim Kirtay e axivî. Merwanî, anî ziman ku gelek caran ji bo girtiyên nexweş bên berdan bang li partiyên siyasî kirine û wiha got: "Lê heta niha xwestekên me bi cih nehatine. Gelek girtiyên edlî bi dizîka hatin berdan lê girtiyên nexweş ên siyasî nehatin berdan. 4 meh bûn em li benda vekirina meclîsê bûn lê meheke meclîs vebû yê lê hêj jî rewşa girtiyên nexweş nehatiye rojeva Meclisê. Ji bo ku me bixapînin carekê anîn rojevê lê pişt rê ji rojevê ket. Em vê pirsê dikin, gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye? Em bi awayekî zelal dibêjin ku rewşa girtiyên nexweş nebaş e, ligel raporên nikare di girtîgehê de bimîne jî girtiyan bernadin û tedawiya wan nayê kirin. Em dixwazin ku girtiyên nexweş berdin û em tedawiya wan bikin. Banga me ya li partiyên siyasî ev e ku piştgiriyê bidin me û bila Wezîrê Dadê jî girtiyên nexweş berde."

Çalakiya malbatan bi dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bûn.