Xizmên girtiyan diçin Enqerê
Xizmên girtiyan yên di çalakiya Nobeta Edaletê de cih digirin ji bo ku dengên wan were bihîstin ber bi Enqereyê ve ketin rê.
Xizmên girtiyan yên di çalakiya Nobeta Edaletê de cih digirin ji bo ku dengên wan were bihîstin ber bi Enqereyê ve ketin rê.
Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li avahiya Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin, ji bo daxwazên xwe li Meclîsê bînin ziman ber bi Enqereyê ve ketin rê.
Malbat li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rezanê li hev kom bûn. Malbat tevî xizmên girtiyan ên ji Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Êlih û Sêrtê hatin û ber bi Enqereyê ve ketin rê.
Tê payîn ku wê xizmên girtiyan tevlî civîna Koma Meclîsê ya HDP'ê bibin.