Xizmên girtiyan bi êşkenceyê hatin destgîrkirin

Li navçeya Şirinevlerê, xizmên girtiyan ji bo ku balê bikişînin ser êşkenceya li girtigehan, xwestin daxuyaniyê bidin lê polîsan êrîşê wan kir. Dayik bi êşkenceyê hatin destgîrkirin.

Xizmên girtiyan ji bo balê bikêşin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, xwestin li ber avahiya Navçeya Şîrînevler a HDP’ê daxuyaniyê bidin, lê polîsan êrîş kir, nehişt daxuyaniyê bidin. 

Polîsan dor li qada Şirinevlerê û derdora wê girt û ber li girseya li ber avahiya navçeyê ya HDP’ê bûn asteng.

Polîsan, biryara qeymeqam a qedexeya çalakiyan hincet nîşan da û dayikên girtiyên nexweş û girseya li cem a ku tevî hemû astengiyan xwestin pankartan vekin û daxuyaniyê bidin, dorpêç kirin.

Dayikek a ku kurê wê li girtîgehê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ji ber nedîtina kurê xwe gazinc dikirin, di bin dorpêçê de ji ser hişê xwe çû. Endamên çapemeniyê bi zorê ji nav dorpêçê hatin derxistin. Dayik û kesên li cem wan bi kelemçe û êşkenceyê hatin destgîrkirin.

Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû têkildarê vê pêkanîna bi kêfî axivî û got: “Dayikên girtiyan, xwestin daxuyaniyê bidin, desthilatdariyê, dayikên 70-80 salî derb kirin û bi êşkenceyê destgîr kirin. Her tim vê dikin û dibêjin ku ev der qedexe ne. Eger qada qedexeyê be, wê demê em ê vê daxuyaniyê li qadê bidin.”

Piştî vê daxuyaniyê Pîroglû hewil da biçe Qada Şîrînevlerê, lê polîs gelek caran ber lê girt. Pîroglû îşaret bi Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn kir ku di Meşa Rûmetê de bi tacîzkirina jinekê ketibû rojevê û ev bertek nîşan da: “Yê destpêkê bê darizandin Hanîfî ye. Wê ji tacîz û zextê bê darizandin.”

Pîroglû, bi berzkirina dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bên berdan” ber bi qadê ve meşiya lê polîsan dor lê girt.