Xetereya li ser jiyana girtiyê nexweş Tûran Çabûk didome

Girtiyê nexweş Tûran Çabûk ji ber ku xwîn ketibû ser mejiyê wî, ew rakiribûn nexweşxaneyê. Hate diyarkirin xetereya li ser jiyana Tûran Çabûk didome.

Tûran Çabûk (58) ê di Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 2’an a Metîsê de ji ber ku hucreya penceşêrê xwe avêtiye ser pişik û mejiyê wî, di 11’ê Çileyê de xwîn ketibû ser mejiyê wî û ew rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Çapayê. Xetereya li ser jiyana Çabûk didome. Çabûk bi tenê dikare palikên çavên xwe rake. Parêzerên wî di 13’ê Çileyê de serî li Dadgeha Makeqanûnê dan.

Dadgeha Makeqanûnê di 19’ê Çileyê de bersiv da û got “Tehliye bûye, hewceyî tevdîrê tune.”

Çabûk di 17’ê Adara 2016’an de hatibû girtin û derketibû holê bi penceşêra gurçikê ketiye. Di 29’ê Gulana 2016’an de li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê gurçika wî ya rastê hate derxistin hê tedawiya wî didomiya di 5’ê Sibata 2021’an de di pişik û mejiyê wî de penceşêr hate tespîtkirin û cezayê wî jî hate teqezkirin.

Parêzerên Çabûk di 9’ê Îlona 2021’an de serî li Dadgeha Makeqanûnê da. Dadgehê di 21’ê Îlona 2021’an de biryar da û got “Daxwaza tevdîrê ya ji bo tehliyekirinê hatiye redkirin.”