'Xemsarî û bêcezahiştin dibe sedem ku nijadperestî zêde bibe'

Endama Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nijadperestiyê ya ÎHD'ê Meral Çildir diyar kir ku bi qasî îdeolojiya fermî, xemsarî û bêcezahiştin dibe sedem ku nijadperestî li Tirkiyeyê zêde bibe.

Li Konyayê kuştina malbateke Kurd, li navçeya Altindag a Enqereyê êrişa li ser Sûriyeyiyan ên ji şer reviyan, lînçkirina mirovan, di şewata daristanan de birîna rê û pirsîna nasnameyê... Li Tirkiyeyê êrişên nijadperestî zêde dibin. Endama Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nijadperestiyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Meral Çildir ev rêveçûyîn ji ANF'ê re nirxand.

Meral Çildir anî ziman ku ev êriş bi giranî li dijî Kurdan tênekirin û bi bîr xist ku li Sakarya, Stenbol û Kaşê mirov ji ber ku bi Kurdî axivîn hatin kuştin, nijadperestî û cihêkarî timî li karkerên çandiniyê têne kirin.

Meral Çildir ragihand, ji ber ku yên muxalîf van êrişan ji nedîtî ve tên û bi têrkerî li ber ranabin, êrişên nijadperestiyê yên li bajarên cuda rû dan, li Konyayê bû sedem ku malbateke Kurd bê qetilkirin. Rêvera ÎHD'ê bi bîr xist ku hem desthilatdariyê hem jî muxalefeta bingehîn bi gotina 'neyartî' û 'şerê navbera du malbatan' hewl dan vê êrişê binixumînin û destnîşan kir ku li şûna binavkirina pirsgirêkê daxuyaniyên bi vî rengî êrişan normal dike.

Meral Çildir diyar kir ku êrişên li dijî Sûriyeyiyan jî nû nîne, lê ji ber ku helwest li dij nayê nîşandan mezin bûye û bûyera li Altindag a Enqereyê qewimiye.

Bi dewamî anî ziman ku bi qasî îdeolojiya fermî, sedema bingehîn a rûdana êrişên bi vî rengî yên nijadperestiyê, xemsarî û bêcezahiştin e û got, "Ji perwerdeya di dema zarokatiyê de tê dayin, ji bicihanîna qanûnan, ji şêweyê rêvebirina welêt dest pê dike. Ev xet piştre bi gotinên desthilatdarî û muxalefetê dewam dike. Ya herî nebaş jî ev gotin ji xelkê, ji hilbijêran piştgiriyê werdigire. Ji ber ku ev bingeha gel zane ku êrişên nijadperestiyê wê bi ti awayî nerazîbûnê nebîne, neyê cezakirin û li nava civakê neyê rexnekirin. Zane ku îdeolojiya fermî û îdeolojiya xwe yek e. Me ev yek di mînaka Bolûyê de bi hêsanî dît. Biryara cihêkar û nijadperest a Serokê Şaredariya Bolûyê ji sedî 80 piştgiriya xelkê Bolûyê wergirt."

Meral Çildir diyar kir ku li gel van êrişan jî li Tirkiyeyê dijberiyeke rasteqîn a li hemberî nijadperestiyê nîne û destnîşan kir ku mîna li Ewropayê li dijî nijadperestiyê ti carî li qadan nerazîbûna civakî nehatiye nîşandan.

Meral Çildir ragihand ku hêzên demokrat û muxalîf tenê li pişt deriyan êrişan şermezar dikin, peyamên şermezarkirinê didin û got, "Em daneketin kolanan, neçûn li Altindagê li pêşiya malên Sûriyeyiyan me nobed negirt, bi hezaran kes neçûn Konyayê. Belê li ser medya dîjîtal nerazîbûn hate nîşandan. Mîna HDP'ê çend partiyên siyasî nerazîbûn nîşan dan, lê belê ev têrê nake. Tenê bi daxuyaniya çapemeniyê, bi şermezarkirinê divê nêzî vê rewşê nebin. Em hêzên demokratîk û muxalîf dst bidin hev û çareseriyekê peyda bikin. Li vê cografyayê her tim nijadperestî hebû. Li dijî Ermenan, Rûman, Suryaniyan, Yahûdiyan, Xiristiyanan, li dijî Kurdan, Elewiyan her tim êriş ketin rojevê. Hîn çend roj berê li dijî cemxaneyekê êriş hate kirin. Destpêkê li ser dîwarê dêrekê bêhurmetî kirin. Li gel xemsariya li dijî êrişan her wiha nebûna qanûna sûcên nefretê jî vê nijadperestiyê sor dike."

Meral Çildir destnîşan kir ku heta ew li ber polîtîkayên şer ranebin, nîqaşên li ser vê mijarê wê timî kêm bimîne û anî ziman ku heta çareseriyeke giştî neyê peydakirin, heta ku li ser mijarên sedem û encamê nîqaşeke rast neyê kirin mixaibin êrişên bi vî rengî wê dwam bikin.