Xelkê Komalgeha Duhla li dijî peymana Bexdayê rabûn

Endamên sazî û rêxistinên Komlgeha Duhla ya girêdayîŞengalê, bi daxuyaniyekê dijberiya xwe ya dijî peymana Bexda-Hewlêrê anî zimanû bal kişandin ku ew careke din axa xwe ya pîroz bi dest kesê naberdin.

Meclîsa Gel a komalgeha Duhla derbarê peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de li dijî Şengalê hatiye îmzekirin de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ku li pêşiya avahiya Meclîsa Gel hat dayîn û endamên sazî û rêxsitinên Komalgehê beşdar bûn, li ser navê girseyê ji aliyê Hevserokê Meclîsê Saleh Êzdîn ve hat dayîn.

Êzdîn destnîşan kir ku ew peymana di navbera hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin ku keda Êzdiyan ya ji dema êrîşa Çeteyên DAÎŞ’ê de li Şengalê didin nasnakin, qebûl nakin û got: “Ev rêkeftin li ser pêkhateyên Şengalê bi giştî metrisiyê çê dike, ev pilaneka Tirkaye bi navê Kurdan li ser me didin meşadin.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Duhla Salih Êzdîn bibîr xsit ku di dema 3’ê Tebaxa 2014’an ev hêz li Şengalê bûn û got : “Hêzên niha rêkeftina li ser Şengalê dikin beriya fermanê li vir bûn lê wan em ne parastin û bê ku şer bikin herêm radestî çeteyên DAÎŞ’ê kirin. Niha Şengal ewleya zarokên me li gel Hêzên Îraqî me diparêzin li her dera Şengalê polîs û hêzên Îraqî hene, me jî fermiyeta xwe ji gelê xwe girtiye. Em car din axa xwe ya pîroz bi tu kesî ve naspêrin. Eger bê xwestin em ê heta dilopek xwîna di laşê mede heye, li ber xwe bidin û li himber dijmin şer bikin.”