Xelkê Geverê li hemberî dagirkeriyê meşiyan

Li Geverê tevî dorpêçan bi dirûşmeya “Ji şer û dagirkeriyê re na” meşek hat lidarxistin. Li Edeneyê jî peyama “Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin” hat dayin.

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Gever a Colemêrgê bi dirûşmeya “Ji şer û dagirkeriyê re na” meşek hat lidarxistin. Hevserokê KD’ê Bedran Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û parlementerên HDP’ê tevlî meşê bûn. Polîsan hewl da daxuyaniyê asteng bikin.

Girse, li ber Navenda Kargehan a Zagrosê ya li Kolana Cengîz Topel kom bû. Beşdaran xwestin li vir daxuyaniyê bidin lê belê ji hêla polîsan ve bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê hatin astengkirin. Li ser vê yekê girseyê bertek nîşanî polîsan dan û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi avahiya HDP’a Geverê ve meşiya. Meş li pêşiya avahiya HDP’ê bi dawî bû.

Her wiha bi sedan endamên HDP û DBP’ê yên ku ji bo tevlibûna meşê ji Colemêrgê ber bi Geverê ve ketin rê, li benda polîsan a Depînê hatin astengkirin. Li ser vê yekê girseyê li vir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç axivî. Koç, da zanîn ku bi sala ye walîtî bi rêya “qedexeyan” hewl dide çalakiyên demokratîk ên gel asteng bike û wiha bi dawî kir: “Ev qedexe ye, bi awayekî derhiqûqî tên kirin. Hikûmeta AKP-MHP’ê bi van qedexeyan Tirkiye xistiye nava tengasiyeke mezin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Makeqanûn ji hêla hikûmetê ve tê binpêkirin. Tirkiye ev çil sal in di nava şerekî de ye. Lê belê ev pêvajoya şer pirsgirêka heyî çareser nake. Ji ber vê yekê em ne şer lê aştiyê dixwazin. Em dixwazin pêvajoya aştiyê pêk were. Bimre şer, bijî aştî."

EDENE

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Meclîsa Edenêyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edene û Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî (BMG) li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr tevlî civînê bûn. Endamê BMG’ê Bariş Kaya daxuyaniya hevpar xwend. Kaya diyar kir ku tîfaqa AKP û MHP’ê bi êrîşên balafirên şer dest bi xebatên hilbijartinê kirine û got: “Li hemberî gelê Kurd û destkeftiyên wan êrîşên dagirkeriyê hatine destpêkirin. Armanca êrîşa Taksîmê ku ji aliyê dewletê û çeteyan ve hatiye lidarxistin, ew bû di nava girseyên mezin de tirs û panîkê çêbike. Li ser vê yekê dijminatiya Kurdan bike û ji bo êrîşên dagirkeriyê zemîn amade bike. Desthilatdarî, di êrişên li dijî Herêma Kurdistanê de pêş neket û ji bo vê hezîmetê bide jibîrkirin, ber bi hilbijartinê ve xwest senaryoyeke nû amade bike. Ji bo vê jî amadekariyên şer û dagirkeriyê dike. Zîhniyeta desthilatdariyê bi êrişa li dijî Kobanê re diyar dibe ku dilê Şoreşa Rojava, destkeftiya gelê Kurd û sembola serkeftina li dijî wehşeta DAIŞ’ê ye. Weke mîratgirên kesên li dijî DAIŞ’ê li Kobanê şer kirin, em ê destûrê nedin van êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin.”