Xelkê Şengalê li ber Asayîşa Êzidxanê li ber xwe dide

Xelkê Şengalê li ber navendên Asayîşê yên Şengal, Xanesor û Sinûnê li ber xwe dide.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê doh bi daxuyaniyekê bang li xelkê Şengalê kiribû ku 1'ê Kanûnê li pêşiya navendên Asayîşa Êzidxanê li hev kom bibe.

Xelkê Şengalê jî ji doh bi şev ve li navendên Asayîşa Êzidxanê kom bû û li dijî lihevkirina hikumetên Bexda-Hewlêrê ya li dijî Şengalê dest bi berxwedanê kir.

Şengaliyan nîvê şevê berê xwe dan pêşiya Navendên Asayîşa Êzidxanê yên li Şengal, Sinûnê û Xanesorê û li dijî biryara hikumeta Iraqê ya ji bo girtina Asayîşê ragihandin ku ew bi asayîşa xwe re ne.

Şengalî hîn jî li ber Navendên Asayîşa Êzidxanê li ber xwe didin.