Wezîra Tirk Yanik bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hate şermezarkirin

Parlamenterên HDP'ê bi dowîzên 'Jin, Jiyan, Azadî' Wezîr Derya Yanik şermezar kirin.

Hevdîtinên li ser Budçeya sala 2023'an li Meclîsê li Komîsyona Plan û Budçeyê li gel Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê dewam dikin. Wezîr Derya Yanik tevlî parlamenteran tevlî hevdîtinên li komîsyonê bû.

Di dema hevdîtinan de parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Fîlîz Kerestecîoglû, Serpîl Kemalbay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ridvan Tûran, Tulay Hatîmogûllari Orûç, Omer Farûk Gergerlîoglû û Mûsa Pîroglû amade bûn.

Wekîlên HDP'î bi dowîzên 'Jin, Jiyan, Azadî' wezîr Yanik şermezar kirin. Wekîlan bal kişandin ser komkujiyên li jinan têne kirin.