Wezîra Berevaniyê ya Elman: Kurdan li dijî DAÎŞ'ê şer kir

Wezîra Berevaniyê ya Elman Annegret Kramp-Karrenbauer  serdana leşkerên Elman kir, ku bi çarçoweya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê li Başûrê Kurdistanê ne. Wezîrê li vir got, têkoşîna dijî DAÎŞ'ê Kurdan kiriye.

Li Berlînê ev demek e tê nîqaşkirin bê ka tezkereya leşkerên Elman, ku bi çarçoweya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê li Ordin, Iraq û Başûrê Kurdistanê dimînin, wê dîsa were dirêjkirin an na. Tezkere 31'ê Cotmehê wê biqede. Mİjara tezkereyê di rojava Wezîra Berevaniyê Kramp-Karrenbauer de jî bû, ku ev 2 roj in li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye.

Kareenbauer ku li nêzî Hewlêrê serdana leşkerên Elman kirî got tezkereya leşkerên Elman divê were dirêjkirin. Têkilî tezkereyê ku tê payin ber bi nîvê Îlonê ve wê were rojjevê Wezîra Berevaniyê got, ''Hêvî dikim li meclîsê em xwe bigihînin piraniyê û tezkereyê bidin qebûlkirin.''

Kramp-Karrenbauer her wiha got têkoşîna dijî DAÎŞ'ê didome û di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bal kişande ser rola Kuran. Kramp-Karrenbauer bi bîr xist Kurd di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de hêz in û got, ''Divê Elmanya vê ji bîr neke. Ji ber vê jî, perwerdekirina hêzên Kurdan, parçeyek ji ewlehiya Elmanayayê ye.''