Wênekêşê Fransî yê di binçavan de dest bi greva birçîbûnê kir

Wênekêşê Fransî Mathîas Depardon ê ku ev du hefte ne di binçavan de ye, dest bi greva birçîbûnê kir.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ragihand ku wênekêşê Fransî Mathîas Depardon yê ku du hefte ne di binçavan de ye, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Mathîas Depardon ê ku çar sal in li ser hev tê Heskîfê, ji bo şopandina barkirina Tirbeya Zeynel Beg hatibû Heskîfê, ketibû binçavan. Hat diyar kirin ku rojnamevanê Fransî yê ku 15 roj in li Dîlokê li Navenda Koçberan e, ev sê roj in ku dest bi greva birçîbûnê kiriye.

22 sazî û dezgehên navneteweyî hefteya bihurî danezaneke hevpar belav kiribûn û bang li rayedarên Tirkiyeyê kiribûn ku Mathîas Depardon serbest berdin. Wênekêşê Fransî pênc sal in li Tirkiyeyê ye û wî sûcdar dikin ku li ser medyaya civakî propagandaya PKK’ê kiriye.

RSF di daxuyaniya xwe de gotibû: “Ti hinceta rayedaran tuneye ku Mathîas Depardon bigirin. Ligel ku hefteyek berê biryar hatiye dayîn ku wî dersînor bikin jî nayê qebûlkirin ku dema mayîna wî ya di binçavan de were dirêjkirin.”