Welatparêzê Kurd Mehmet Demîr jiyana xwe ji dest da

Mehmet Demîr ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de kedeke xwe ya mezin heye, jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Demîr ku berî du salan ji ber nexweşiyekê rakirin nexweşxaneyeke li bajarê Koln ê Elmanyayê, şeva Yekşemê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Demîr nêzî 25 salan li sirgûnê bû û di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de xwedî ked û hewldanan bû.

Tê payin ku ji bo Demîr li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kolnê merasîmek bê lidarxistin. Cenazeyê Demîr wê piştre bişînin Amedê.