'Welatê me divê li bara dewleta Tirk a xwînxwar bêdeng nemîne'

Koma Parlamentoyê ya Tevgera Sernetewîn a Fransayê bal kişande ser Komkujiya Parîsê û got, ''Dema wê hatiye ku bêdengiya welatê me ya li bara dewleta xwînxwar bi dawî bibe''

Li ser navê Koma Parlamentoyê ya Tevgera Sernetewîn a Fransayê têkilî Komkujiya Parîsê daxuyanî hate dayin.

Di daxuyaniyê de ya bi sernavê ''Dema wê hatiye ku Fransa raza dewletê rake'', wiha hate goitn:

''9'ê Çile ya 2013'an li avahiya Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Parîsê sê aktivîstên Kurd hatin qetilkirin.

Sakîne Cansiz ji statûya penaberiyê ku li Fransayê bi dest xistibû sûd wergirtin û herduyên din, Fîdan Dogan bi yasaya Fransî û Leyla Şaylamez li gorî yasaya Elman li Ewropayê diman.

Ev jin li dilê Parîsê hatin înfazkirin. Serokkomarê demê Françoîs Hollande û serokwezîr ev sûcên giran bi rengÊ, ''çalakiyeke raneger'' bi nav kir.

Weke ku ji mêj ve em pê dizanin, siha Enqerê li ser 'plansazî û haziriya' vê suîkastê ye. Saziyên Tirk, ti demê ber pê nehatine ku hevkariyên bi saziyên berpirs ên lêpirsîna polîsan û dozgeriya li lêpirsînê berpirs re hevkariyê bikin; li gel peymanên berdest, li gel Peymana Ewropayê ya a Têkoşîan Dijî Terorê ya Konseya Ewropayê ya bi dîroka 27'ê Çile ya 1977'an.

Di ser înfazkirina Sakîne,Fîdan û Leyla re heşt sal derbas bûn û li gel vê jî rayedarên me ji bo ku hevkariyê bi dada me re bikin ne dilxwaz in ku zextê li ser Tirkiyê bikin, çapemeniya Tirk tevlêbûna serwîsên veşart^iyên Tirk (MÎT) 'tesîs' kir.

Dema wê hatiye ku welatê me têkilî van sê suîkastan raza dewletê rake.

Dema wê hatiye ku welatê me li bara dewleteke xwînxwawr dawî li guhnedêriya xwe bîne. Welatê me, wee roja sêşemê 23'yê Adarê bûyî, bi girtina gelek milîtanên Kurd û bi lêgerîna li avahiyên komeleyên Kurd nikare têkoşîna Kurdan a li ser xaka me tine bihesibîne û bibe 'baskê çekdar' ê rejîma dîktator. Weke li Marsîlyayê.

Em desteka xwe ya bêkêmasî ji bo têkoşîna Kurdan a manûnemanê dubar diyar dikin û em bang li hemû rêxistinên civka sivîl, partiyên siyasî dikin ku li bara vê bêdadiya li ser Kurdan a li Fransayê bêdeng nemînin.''

Kesên ku di daxuyaniyê de îmzeya wan heye:
"M. Jean-Luc Mélenchon
Mme Clémentine Autain
M. Ugo Bernalicis
M. Éric Coquerel
M. Alexis Corbière
Mme Caroline Fiat
M. Bastien Lachaud
M. Michel Larive
Mme Danièle Obono
Mme Mathilde Panot
M. Loïc Prud'homme
M. Adrien Quatennens
M. Jean-Hugues Ratenon
Mme Muriel Ressiguier
Mme Sabine Rubin
M. François Ruffin
Mme Bénédicte Taurine."