'Welat bi tifaqa demokratîk dikare ji tarîtiyê bê rizgarkirin'

Tulay Hatîmogûllari ya HDP'î anî ziman ku bi xurtkirina tifaqa demokrasiyê, Tirkiye dikare ji nava rewşa kaoîtîk û tarî bê derxistin.

Alîkara hevserokên HDP'ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar a HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, sedema êrişên nijadperestiyê ku herî dawî li navçeya Seyhan a Enqereyê pêk hat, ji ANF'ê re nirxand. Hatîmogûllari anî ziman ku dewleta Tirk vê rewşa kaosê bi zanebûn diafirîne.

Hatîmogûllari got, "Hewl tê dayin li Tirkiyeyê kaos bê afirandin. Dewlet tevahiya dîrokê hewl da ku gel li dijî Kurdan û Elewiyan sor bike" û destnîşan kir ku desthilatdarî jî vê ferasetê dewam dike.

Tulah Hatîmogûllari bal kişand ser pirsgirêka penaberan a li Tirkiyeyê û bi bîr xist ku ev pirsgirêk ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk e.

Hatîmogûllari destnîşan kir ku HDP wê tifaqa demokrasiyê xurt bike û ragihand ku divê muxalefet hemû ji bo Tirkiyeyeke demokratîk di mijarên hevpar de bigihêjin hev û got, "Ev êrişên li ser Kurdan û Elewiyan berhema nêzîkatiya rêk û pêk a heta niha ye. Di vir de ya girîng ew e ku polîtîkaya dewletê parçe bi parçe xwe nîşan dide.

Dema ku mirov bala xwe didin ser medyayê ya ku îro bi temamî di destê desthilatdariyê de ye, tê dîtin ku fikrekî yekalî li nava girseyekê tê belavkirin. Desthilatdariya heyî û hevkarên wê, her wiha beşek ji muxalefetê jî zimanekî ku dibe sedema êrişên nijadperestiyê bi kar tînin. Li Tirkiyeyê niha pirsgirêkeke gelekî cidî ya koçberan heye. Ji ber şerê li Sûriyeyê nêzî 4 milyon Sûriyeyî ji sal a2011'an ve hatine Tirkiyeyê û bi cih bûne. Ev encama şer e. Li dijî Kurdan jî, ji xwe weke encama şerê 40 salî êrişên nijadperestiyê têne kirin. Herî dawî li Konyayê malbatek hate qetilkirin. Aliyekî vê yekê yê bê qebûlkirin nîne. Feraseta ku avêtin ser rêxistina me ya Îzmîrê û Denîz Poyraz qetil kirin, feraseta ku li Konyayê malbateke Kurd qetil kir heman feraset e."

'DIXWAZIN KU LÎSTIKÊN METIRSÎDAR BIXIN DEWRÊ'

Hatîmogûllari êrişên nijadperestiyê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û Elewiyan bi bîr xist û wiha dewam kir, "Yek ji lîstikên ku desthilatdariya heyî nîşan dide wiha ye; dixwazin dîktatoriyeke faşîst serwer bikin. AKP û hevalbendên wê di nava gel de hêza xwe winda dike. Aboriyê bi rengekî nebaş bi rê ve dibin, binpêkirina mafên mirovan gelekî zêde bûne. Di serî de jin, mirov li Tirkiyeyê xwe weke di girtîgehekê de dibîne. Li cihekî ku ewqasî maf têne binpêkirin, bêguman desthilatdarî lawz dibe. Krîza aborî, bêkarî, tundî, xizanî her tişt hene. Li Tirkiyeyê êdî dewleteke klasîk nîne. Desthilatdariyeke welê heye ku bûye mafya û bi rêbazên mafya welêt bi rê ve dibe.

Ji bo karibin vê sîstema mafya dewam bike, hewl didin li welêt kaosê biafirînin. Dema ku mirov bala xwe bidin ser dîrokê tê dîtin ku ev kaos jî timî di ser Kurdan û Elewiyan re hatiye afirandin. Yek ji sedemên êrişên nijadperestiyê yên li dijî gelê Kurd û Elewiyan ev e."

'DIVÊ EM DÎKTATORIYA FAŞÎST LAWAZ BIKIN'

Hatîmogûllari destnîşan kir ku hemû beşên muxalîf ên civakê divê li nava tifaqa demokrasiyê bigihêjin hev û anî ziman ku li welêt ji bilî vê yekê çare li dijî avabûna faşîzmê nîne.

Hatîmogûllari ragihand ku eger tê xwestin li welêt jiyana sekuler dewam bike, divê ev yek bê kirin, têkoşîn ji bo vê bê meşandin û got, "Mebesta me ji tifaqa demokrasiyê ev e. Mesela jin, çi sergirtî çi jî servekirî, tundî li jinan hemûyan tê kirin. Li Tirkiyeyê têkoşîna herî serketî ji aliyê jinan ve tê meşandin. Baş e, gelo divê em cudahiya xwe daneynin aliyekî û ji bo guhertina vî welatî bi hev re têkoşînê nemeşînin? Tifaqa demokrasiyê ev e. Rêya bingehîn a rizgariya ji rewşa kaos û tarî ya welêt, tifaqa demokrasiyê ye, xurtkirina vê tifaqê ye. Ji bo avakirina komara demokratîk beriya her tiştî divê em vê dîktatoriya faşîst lawaz bikin."