Wekîlên HDP'î: Wê nikaribin bi HDP'ê

Parlamenterên HDP'ê Tayyîp Temel û Mûrat Sarisaç diyar kir ku bi êrişên mîna ya li Îzmîrê û doza girtinê HDP naqede û destnîşan kir, ku têkoşîn wê bê mezinkirin.

Parlamenterên HDP'ê Tayyîp Temel û Mûrat Sarisaç qebûlkirina îdîanameya ji bo girtina HDP'ê ji ANF'ê re nirxand.

Temel bi bîr xist ku heman piştî qetilkirina Denîz Poyraz, ev mijar kete rojevê, lewma manîdar e. Sarisaç jî diyar kir ku li Tirkiyeyê desthilatdariyên beriya niha jî hewl dan ku têkoşîna azadiyê ya Kurd bi dozên girtinê biqedîne, lê belê şaşitî kirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn, îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qebûl kir. Piştî ku îdîaname bi yekdengî hate qebûlkirin, têkildarî HDP'ê ya ku 15'ê Cotmeha 2012'an dest bi siyasetê kir, pêvajoya girtinê bi rengekî fermî dest pê kir.

Parlamenter Temel anî ziman ku di navbera îdîanameya beriya niha û ya niha de cudahî nîne, sûcê ku herî mezin tê nîşandan jî gotinên 'derewîn' ên şahidê nepen e. Temel diyar kir ku HDP'ê plansaziyeke berfireh daniye ber xwe û got, "Hem ja iliyê parastina hiqûqî ve hem jî yên ku piştgiriya me dikin, bi sedan parêzerên ku amade ne HDP'ê biparêzin di vê mijarê de biryardariya xwe nîşan dan. Ji bilî AKP, MHP û alîgirên wan, hemû hêz diyar dikin ku amade ne HDP'ê biparêzin û piştgiriya HDP'ê bikin."

'HÊZÊN DEMOKRASIYÊ JÎ PEYAM DAN'

Temel destnîşan kir ku di bingeha polîtîkayên AKP'ê yên dijî HDP'ê de çarenûsa desthilatdariyê heye û wiha dewam kir, "Bêguman dema doza girtinê û komkujiya li Îzmîrê manîdar e, lê belê bi komkujiya ÎzmÎrê re êrişî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê kirin. Bi kuştinê xwestin peyamê bidin hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ku xwe nêzî HDP'ê dikin. Lê belê ev yek hate pûçkirin."

'LI QADA SIYASÎ NIKARIN BI HDP'Ê

Sarisaç jî doza girtinê weke pêvajoyeke polîtîk nirxand û got, "Ya destpêkê çawa ku li dijî destûra bingehîn hate dîtin û hate vegerandin, ya niha jî bi heman rengî ye. Lê belê hem Devlet Bahçelî hem jî burokratên din bi daxuyaniyên xwe gef li endamên Dadgeha Destûra Bingehîn xwarin. Ev doz bi temamî bi dijminatiya li Kurdan tê meşandin. Ev yek konsepteke. Li qada siyasî nikarin bi HDP'ê û paşeroja xwe di girtina HDP'ê de dibînin. Lewma jê heye ku bi girtinê wê karibin bi HDP'ê."

Sarisaç diyar kir ku AKP li nav gel êdî rewa nîne, lewma serî li hewldanên girtinê dide û got, "Lê belê tiştekî nabînin; ev hemû li Tirkiyeyê beriya niha gelek caran hate ceribandin. Yekane tişta ku nehatiye ceribandin demokrasî û aştî ye. Heta ku ev neyên ceribandin wê pirsgirêk neyên çareserkirin."

'HÊZA ME JI GEL E'

Têkildarî helwesta li dijî doza girtinê Sarisaç got, "Em ji hevrêyên xwe yên beriya xwe hînî têkoşîna rewa bûn û dewam dikin. Berdêlên gelekî mezin hatin dayin. Ji niha û pê ve jî têkoşîn wê ne kêmî ya beriya niha be. Yên ku winda bikin ew kes û hêz in ku bi girtina partiyê ji wan heye ku wê ji vê têkoşînê xilas bibin. Ev ne gotinên min e, ne jî yên hevalekekî min, e, ev yek felsefeya siyasî ya kevneşopiya têkoşîna me ye."

Sarisaç destnîşan kir ku ew hêza xwe ji hilbijêran werdigire û got, "Vî gelî berdêlên mezin da. Asta ku em îro gihîştine fîgureke siyasî nîne, hêza gel e. Em hêza xwe ji gel werdigirin. Ya ku ew fêhm nakin ev e. Ew xwe dispêrin lîderekî, mîna şîrketekê polîtîkayê dimeşînin û bi vî rengî hewl didin li ser piyan bimînin. Em hêza xwe ji şîrket an jî dadgeriyê nagirin, yekane hêza ku em xwe dispêrin têkoşîna me ya mafdar e."