Wekîlên HDP'î: Li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin

Wekîlên HDP'î yên li dijî tecrîda li Îmraliyê di nobedê de ne gotin, "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna me dewam bike."

Çalakiya Nobeda Edaletê ya wekîlên HDP'î ya li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 31'ê de ye. Parlamenter Fatma Kûrtûlan, Kemal Pekoz, Mûazzez Orhan, Şevîn Coşkûn, Abdullah Koç, Kemal Bulbul, Serpîl Kemalbay, Saît Dede, Hasan Ozguneş, Ayşe Surucu û Nûran Îmîr tevlî çalakiyê bûn.

Mûazzez Orhan li çalakiyê axivî û got, "Nêzî 2 sal in li Îmraliyê di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de tecrîdeke giran tê meşandin. Tecrîd veguheriye tecrîdeke mutleq. Destûr nayê dayin ku malbat û parêzer bi carekê jî hevdîtinê bikin.

Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye. Îro li hemû girtîgehên li Tirkiyeyê her wiha li nava civakê belav bûye. Bi polîtîkaya tecrîdê hewl didin civakê bitepisînin, bêdeng bikin. Armanca bingehîn a desthilatdariyê ji polîtîkaya tecrîdê ew e ku desthilatdariya xwe dewam bike û bike ku gelên Tirkiyeyê nikaribe li hemberî vê polîtîkayê dengê xwe nikaribin derxînin. Bi milyonan mirovî gotin 'Birêz Ocalan îradeya min a siyasî ye'. Di sala 2005'an de 3 milyon û 243 hezar kesî bi îmzeya xwe, di sala 2012'an de jî 10 milyon û 328 hezar kesî bi îmzeya xwe gotin Birêz Abdullah Ocalan îradeya min a siyasî ye. Ev îmze pêşkêşî Meclîsa Tirkiyeyê, Dadgeha Destûra Bingehîn, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatin kirin. Salek piştî vê pêvajoyê li vî welatî hêviyek çêbû, pêvajoyeke aştiyê destpê kir. Wê demê tiştek bi kesî nehat, dayikan rondik nebarandin, ciwanan jiyana xwe ji dest nedan. Lê belê desthilatdariyê bi gumana jidestdana desthilatdariyê şer giran kir, di serî de li ser Îmraliyê li ser hemû girtîgehan û civakê tecrîd giran kir.

'TECRÎD SEDEMA KRÎZÊN CIVAKÎ YE'

Em careke din ji vir dibêjin. Hêviya me ji desthilatdariyê nîne ku gelên Tirkiyeyê, kedkar û jinan ji nedîtî ve tê. Em zanin ku desthilatdarî ji bo temenê xwe dirêj bike wê van polîtîkayan bimeşîne. Lê belê berdêla polîtîkayên şer gelên Tirkiyeyê dide; jin, ciwan, kedkar didin. Sedema bingehîn a krîzên aborî, siyasî û civakî yên welêt, israra di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de ye, kûrkirina polîtîkayên şer û tecrîdê ye. Ev çareserî nîne. Çareserî wê ji vê desthilatdariyê neyê. Lewma em bang li gel, kedkar û jinên Tirkiyeyî dikin. Tecrîd bandorê li jiyana me dike. Polîtîkayên xitimandinê yên desthilatdariyê bandorê li me dikin. Dixwaze ku vê civakê mehkûmî xizanî, birçîbûn û koletiyê bike. Îro jî bi polîtîkaya zextê desthilatdarî hewl dide her kesên ku îtiraz dikin, bêdeng bike. Di nava 2 salan de li girtîgehan 141 kesan jiyana xwe jid est dan. Zêdeyî 1500 girtiyên nexweş hene ku rewşa 600 ji wan giran e. Girtî ji bo dengê xwe bidin bihîstin di greva birçîbûnê de ne. Ji bo bibin deng ji qîrîna wan re 31 roj in em li vê derê dibêjin bê polîtîkaya tecrîdê bandoreke çawa li jiyana me dike. Em careke din dibêjin. Bi polîtîkayên tecrîdê, bi şer, bi polîtîkayên înkar û îmhayê hûn nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin ku pirsgirêka bingehîn a vî welatî ye. Çareserî bi diyalogê dibe, bi danûstandinan dibe. Dawiya dawî jî maseya danûstandinane. Bêyî ku gelekî dereng bikeve divê ev pêvajo bê destpêkirin, tecrîda li Îmraliyê divê bê bidawîkirin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku xwedî li jiyan, ked û paşeroja xwe derkevin. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Heta ku ev tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin."