Wekîlên HDP'î: Deriyên Îmraliyê vekin

Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu li çalakiya Nobeda Edaletê axivî û got, "Deriyên Îmraliyê vekin. Tecrîd li welêt dibe sedema krîz û kaosê."

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo parêzer karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin 29 roj in çalakiya Nobeda Edaletê lidar dixin. Parlamenter Kemal Pekoz, Fatma Kûrtûlan, Feleknas Ûca, Mûazzez Orhan, Abdullah Koç, Ayşe Surucu, Mûrat Çepnî, Saît Dede, Şevîn Coşkûn û Erdal Aydemîr bi dowîzên bi nivîsa "Bila li Îmraliyê hiqûq bi cih bê anîn" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" li hewşa Meclîsê daxuyanî dan çapemeniyê.

'ÎMRALI BI QANÛNÊN TAYBET TÊ BIRÊVEBIRIN'

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu daxuyanî da û bi bîr xist ku Abdullah Ocalan 24 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de ye, nêzî 2 sal in agahî ji wî nayên wergirtin û got, "Qanûnên ku li Tirkiyeyê li hemû girtîgehan bi cih têne anîn, li Îmraliyê derbas nabin. Gelo Girava Îmraliyê bi ser ku ve ye? Ne ser bi Tirkiyeyê ve ye, bi qanûnên taybet tê birêvebirin."

Surucu anî ziman ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re welat ji nava krîzê nikare derkeve, ev rewş bandorê li civakê jî dike û got, "Mirin li girtiyên nexweş tê ferzkirin. Her roj mirov li girtîgehan dimirin. Pêwendiya van hemûyan bi tecrîdê heye. Ji sala 2015'an û vir ve krîz giran dibe, komkujiyên li jinan têne kirin zêde bûn. Tenê sala dawî 320 jin hatni kuştin. Li kolanan, li malan jin bi destê mêr têne kuştin. Mirov nikare van kiryaran dûrî tecrîdê binirxînin."

'DIVÊ TAVILÊ HEVDÎTIN BÊ KIRIN'

Surucu diyar kir ku sed sal e 'konsepta tunekirinê' li Kurdan tê ferzkirin û got, "Budçeya herî mezin a vî welatî ji şer re tê veqetandin. Me dît ku di budçeya dawî de jî para herî mezin a budçeyê ji şer re hate veqetandin. Ev polîtîka hemû krîzê kûr dike. Welê li mirovan hatiye ku nema karin kincan jî bikirin. Jin, ciwan, kedkar, xebatkarên tenduristiyê welêt diterikînin. Ev rewşa kaosê bi temamî bi tecrîdê ve girêdayî ye."

Surucu bi bîr xist ku bi daxwaza çûyîna Îmraliyê û hevdîtinê wan serî li Wezareta Edaletê dan û got, "Me serlêdan kir, lê belê Wezareta Edaletê bersiv neda. 29 roj in em di Nobeda Edaletê de ne, dengê me nayê bihîstin. Heta ku tecrîd dewam bike wê têkoşîna me jî dewam bike. Em bang li Wezareta Edaletê dikin; dest ji tecrîdê berdin, deriyên Îmraliyê vekin. Divê parêzer û malbat karibin tavilê Birêz Ocalan bibînin."