Wekîlên HDP'ê ji bo Leyla Guven ketin nobetê

Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan di çalakiya Nobeta Aştiyê de ya ji bo Leyla Guven li Meclîsê dest pê kirî, axivî û got,''Ji bo ku Leyla bijî divê Meclîs bi berpiryarî tevbigere''.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo desteka li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ev 90 roj in di greva birçîbûnê de ye li Desteya Giştî ya Meclîsê dest bi çalakiya 'Nobeta Aştiyê' ya rojekê kir.

Hevserokên HDP'ê Perîn Buldan û Sezaî Temellî û gelek parlamenterên HDP'ê bi wêneyên Leyla Guven li kursiyên meclîsê dest bi çalakiyê kirin.

'DIVÊ MECLÎS BI BERPIRSYARÎ RABE'

Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtalan li Desteya Giştî axivî. Kurtalan bi bîr xist ku Guven ev 90 roj in di greva birçîbûnê de ye, endama Meclîsê ye û got, ''Leyla ya ku ev 90 roj in di greva birçîbûnê de ye, bêyî ku cihêkarî wre kirin ji bo ku hiqûq û yasa ji bo her kesî were bicihanîn, ji bo ku tecrîdad li Imraliyê rabe ango ji bo ku ev welat Destûra xwe bi cih bîne hewl dide.''

Kurtalan her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û wekîla berê ya HDP'ê Selma Irmak jî bi bîr xist û got, ne tenê ev, her wiha li 60 girtîgehî, 48 jê jin 295 girtî di greva birçîbûnê de ye û domand, ''Dema ku siyaseta pirsgirêkan çareser neke, mirov dema ku bêgav man, bedena xwe didin ber mirinê. Leyla Guven û kesên din ên ku ketine greva birçîbûnê ji bo ku hiqûqa berdest were bicihanîn di greva birçîbûnê de ne. Di bin banê Meclîsê de divê em çareseriyekê bibînin. Beriya ku kesek bimire Meclîs demildest divê bi berpirsyariya xwe rabe. Encex wiha em dikarin rê li ber mirinê bigirin. Em dibêjin, em bi berpirsyarî tevbigerin. Em careke dî daxwaz dikin, ji bo ku Leyla bijî Meclîs divê bi berpirsyarî tevbigere.''