Wekîlên Elman wê serdana Tirkiyeyê bikin

Parlamenterên Elman wê weke heyetekê, vê hefteyê serdana Tirkiyeyê bikin. Di rojeva serdanê de pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê û krîza Încîrlîkê heye.

Di vê pêvajoyê de, ku ji ber krîza Încîrlîkê têkiliyên navbera Elmanya û Tirkiyeyê aloz bûye, heyetek ji Meclîsa Elman a Federal vê hefteyê serdana Tirkiyeyê dike. Alîkara Serokê Meclîsa Federal û parlamentera Partiya Keskan Calûdîa Roth wê serokê vê heyetê be. Di nava heyetê de wê parlamenterên ji partiyên cuda yên siyasî hebin. Tê payîn heyet bi siyasetmedarên ji partiya li desthilatdariyê û partiyên mûxalefetê, her wiha bi nûnerên saziyên civaka sivîl û medyayê re rûnê.

NERAZÎBÛNA LI PÊKANÎNÊN ANTÎ DEMOKRATÎK

Parlamenterên Elman wê di navbera 25-28'ê Gulanê de li Tirkiyeyê bin û di vê serdanê de mijarên; demokrasî û mafên mirovan û derfetên afirandina diyaloga siyasî binirxînin.

Wekîlên Elman, ku pêkanînên antî demokratîk ên li qada azadiya çapemeniyê, mafên mirovan û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê rexne dikin, ji ber ku destûra serdana leşkerên Elman ên li baregeha Încîrlîkê ji wan re nehate dayîn, nerazî ne.

Serdana parlamenterên Elman a li Tirkiyeyê, beriya hevdîtina Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Brukselê pêk tê.

DIBE KU LEŞKERÊN ELMAN JI WELATEKÎ DIN RE BÊN ŞANDIN

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel dabû xuyakirin, ku Tirkiyeyê ji bo destûra serdana Încîrlîkê bide, xwestiye ku weke şert kesên ji Tirkiyeyê serlêdana penaberiyê li wan kirine, radestî wan bikin. Hikumeta Elman diyar dike, ku wê bersivê nedin vê bendewariyê.

Elmanya plan dike, eger pirsgirêka Încîrlîkê neyê çareserkirin, leşkerên xwe yên li Încîrlîkê bibe Urdun, Qûweyt an jî Qibrisê.