Wê li hatina Zapê poşman bibin!

Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Cûdî beriya destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wiha digot: Ji ber ku hatiye Zapê wê poşman bibe. Em ê nehêlin ku bi hêsanî bê vê derê.

Gerîlaya YJA Starê şehîd Zinarîn Cûdî li rawestgeha dawî ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li Zapê di şerê tunelan de bû. Yek ji wan gerîlayan bû ku pêşî li pêşveçûna dijmin girt. Ji biryardariya xwe ti carî venegeriya.

Şehîd Zinarîn Cûdî beriya destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ANF'ê re wiha axivî bû: "Mîna ku ji êrîşên 2021'ê yên li ser Garê, Avaşîn, Metîna û Zapê dikare bê fêhmkirin, dewleta Tirk dixwaze jiyana me ya gerîla, qadên me yên jiyanê ku bi keda bi deh hezaran şehîdan li çiyayên Kurdistanê hatine avakirin, ji holê rake. Gerîla li her qada ku lê ye, bi têkoşîneke dîrokî ev êrîş beralî kiriye. Berxwedana ku hevrêyên me kirin, nîşanî me dide ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla her tim têk çûye.

'YA EM Ê BI SER BIXÎNIN YA EM Ê BI SER BIXÎNIN!

Hikumeta AKP-MHP'ê ji ber ku zane di vî şerî de li ber hilweşînê dike, jê heye ku bi vî şerî kare temenê rêveberiya xwe dirêj bike. Em li Zapê vê yekê dibînin û li hemberî êrîşên gengaz amade ne. Bila artêşa Tirk a dagirker bê, em amade ne! Wê li hatina  Zapê poşman bibin. Em ê bi hêsanî dest ji çiyayên Kurdistanê bernedin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin jî em ê nehêlin ku artêşa Tirk a dagirker çiyayên me dagir bike. Her hevrêyên me ji bo serketinê, ji bo pêşîgirtina li dijmin bi biryar in. Ev biryardariya me wê me bi ser bixîne. Ji bo me, ji bo gerîla ji vir û pê ve ji bilî serketinê rêyeke din nîne. Ya em ê bi ser bixînin, ya em ê bi ser bixînin."