Wê Iraq balafirên bê mirov, helîkopter û sîstema parastinê ji Tirkiyê bikire

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Înad Seidûn diyar kir ku ewê ji Tirkiyê balafirên bê mirov, helîkopterên êrişê û sîstemên parastinê bikire.

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Înad Seidûn tevlî bernameyek ya kanala TV ya El Şerqiye yê Iraqê bû û dragihand ku wî di serdana xwe ya Fûara ÎDEF’21 ya li Stenbolê de bi rayedarên şîrketa endustrî ya parastinê ya Tirk re hevdîtin pêk aniye.

Seidûn her wiha destnişan kir ku wî di wan hevdîtinan de ji bo kirîna balafirên bê mirov ên Bayraktar TB2, 12 heb helîkopterên T129 ATAK û 6 heb sîstemên parastinê yên Koral Mobîl Elektronîk, bi rayedarên Tirk re lihevkiriye.

Seidûn di beşek din a axaftinên xwe de diyar dike ku wî bi wezîrê şer yê Tirkiyê Hulûsî Akar re jî civiya ye û di civînê de gotiye, “Divê Tirkiye berhemên xwe amade bike da ku Iraq bikare balafiran bikire.”