'Wê dewleta Tirk hesabê komkujiyan bide!'

KONGRA-GEL nerazîbûneke tund nîşanî kuştina sivîlên li Başûrê Kurdistanê da, ku bi destê dewleta Tirk hatine qetilkirin û got "Wê hesabê vî tiştî bidin."

KONGRA-GEL bal kişand ser vî tiştî ku AKP’ê fermana mirina Kurdan daye û divê PDK helwesta xwe diyar bike.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gundê Horê yê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê, ku 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, îro daxuyaniyek da.

KONGRA-GEL bi zimanekî tund êrîş şermezar kir û got "Wê dewleta Tirk û hikumeta Erdogan hesabê vî tiştî bidin."

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Dewleta Tirk bi zanebûn kesên sivîl kirine hedef. Ev êrîş li derveyî qadên gerîlayan pêk hatiye. Bi zanebûn gelê ku ji ser rezên xwe vedigeriyane kirine hedef û bi vê re dixwazin peyamê bidin Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û referandûma li Başûr. Dewleta Tirk dixwaze bibêje ku 'Heke hûn bi ya me nekin, wê ev tişt werin serê we'.

‘DIVÊ PDK HELWESTA XWE ZELAL BIKE’

PDK a ku çavê xwe ji qetlîamên Bakurê Kurdistanê re digire û têkiliyên xwe yên bi AKP’ê re didomîne, piştî vê êrîşê divê helwesta xwe ya li dijî polîtîkayên dewleta Tirk zelal bike û li gorî vêya tevbigere. Pêwist e PDK, saziyên civakî û ronakbîr li hemberî êrîşên dewleta Tirk xwedî helwest bin. Heke li hemberî vê êrîşê bêdeng bimînin wê derxe holê ku referandûm jî tê de wê nikaribe bi îradeya xwe tiştekî bikin.

Nayê qebûlkirin ku 10 mirovên me yên sivîl werin qetilkirin. Gelê Kurd û siyaseta Kurd a ku li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind neke wê sibê qetlîamên mezin were serê wan.

‘WÊ TIFAQA AKP-MHP-ERGENEKONÊ TÊK BIÇE’

Têkoşîna civakî ya demokratîk a gelên me diyar dike ku wê tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê têk biçe. Em di nava vê pêvajoyê de ne, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê faşîzmê têk bibe û wê gelên herêmê dahatûya xwe ya azad ava bike.

‘PEYWIRA HERÎ SEREKE YA VÊ SERDEMÊ…’

Di encama van tiştan de derdikeve holê ku li dijî mêtingeriyê geşkirina têkoşînê, peywira herî bingehîn  a hemû partiyên Kurd e.

Yekîtiya gelê Kurd û siyaseta Kurd gelekî girîng e. Em li ser navê KONGRA-GEL bangî hemû aliyan dikin ku divê li dijî qetlîamên dewleta Tirk a mêtinger em yekîtiya xwe ya neteweyî û civakî pêk bînin û hesabê van qetlîaman bistînin. Tekane rêya bidestxistina azadî û rûmetê ev e."